Ji bo avahiye ‘kêm xesar’ 5 roj qewl dan: Xwediyên malê îtîraz kirin! 2023-02-17 13:44:06 AMED - Di erdhejê de li Amedê 7 avahî hilweşiyan. Ji bo Apartmana Serîn 1 ku li rex avahiya Serîn 2’yê ya hilweşiyayî bû, rapora “kêmxesar” hatibû dayîn û xistin lîsteya avahiyên ku divê tavilê bên hilweşandin. Parêzer Muhammed Can Kocakap da zanîn ku ev yek dê rê li ber mexdûriyetên jêneveger were vekirin.     Tîmên tespîtkirina xesaran ên Midûriyeta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê ya Amedê û Odeya Endezyarên Înşaetê (ÎMO) pek tê, di 71 hezar avahiyên li navçeyên Rezan, Peyas, Bajarê Nû û Sûrê bi giştî ser 15 hezaran xebatên lêkolînê temam kirin. Di xebatên tespîtkirinê de ji bo 20 avahiyan tespîta “Dibe ku di kêliyê de bihilweşin” hate kirin. Her wiha xebatên lêgerîn-rizgarkirinê li ser Apartmana Serîn 2 (Cengîzler) ya li Semta Tesîsler a Rezanê bi dawî bûn. Li gorî agahiyan; 101 kesên ji bin kavilan hatine derxistin jiyana xwe ji dest dan û 7 kes jî birîndarî hatin xelaskirin. Parêzer Muhammed Can Kocakap, da zanîn ku ji bo Apartmana Serîn 1 a li rex Apartmana Serîn 2’yê ku tespîta “kêmxesar” hatiye kirin jî xistine lîsteya avahiyên divê tavilê bên hilweşandin. Kocakap, diyar kir ku tespîta xesarê baş nehatiye kirin û got ku dê mirov mexdûr bibin.    ‘ME DOZA SEKINANDINA BIRÊVEBIRINÊ VEKIR’    Kocakap, destnîşan kir ku li gorî agahiyên ber destê wan, Apartmana Serîn 2 ji ber birîna stûnan hilweşiyaye û wiha domand: “Weke kesên di Apartmana Serîn 1’ê de dijîn, em êşa cîranên xwe ji dil hîs dikin û hewl didin ji vê şokê derkevin. Di rewşeke wiha de bi xebatên tespîtkirina xesarê re em dîsa şok kirin. Em hîn bûn ku xistine lîsteya avahiyên divê tavilê bên rûxandin. Me têkildarî mijarê bi peywirdarê avahî û esnafan re hevdîtin kir lê gotin ku tu tîmên Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê ya Midûriyeta Bajar nehatine. Diyar kirin ku endezyarên bi dilxwazî hatin, tenê tespîta ‘kêmxesar’ kirine. Li ser vê yekê hem xwedî û hemî rêveberê avahî Emrûllah Kocakap di 12’ê sibatê de li Midûriyetê îtîraz kir û xwest dîsa bê nirxandin. Kêsên li avahî rûdinin jî piştre li Walîtiya Amedê hemen îtîraz kirin. AFAD û Qeymeqamiya Rezanê jî gotin berpirsyarî bi temamî di stûyê Midûriyetê de ye. Ji ber ku me encamek bi dest nexist, me bi daxwaza sekinandina biryarê, di 15’ê sibatê de li Dadgeha Kargerî ya Amedê doz vekir.”    ‘MEXDÛRIYETÊN JÊNEVEGER’    Kocakap, destnîşan kir ku 5 roj qewil dane xwediyên milk û wiha bi dawî kir: “Di doza behsa xeberê de dadgehê xwest ku aliyê doz vekirî di nava 5 rojan tevahiya ewraqên tespîtkirina xesarê radest bike. Heke rêveberî xwe li benda dozê negire û avahiya me were hilweşandin, em ê hemû mafên xwe yên qanûnî bi kar bînin. Tespîta xesarê baş nehatiye kirin û heke avahî were xerakirin, dê rê li ber mexdûriyetên jêneveger veke. Banga me ji bo rayedaran ew e ku vê rewşê bişopînin.”