'Divê kesên destûra plana îmarê û venêrînê dayîn bedel bidin’ 2023-02-17 12:53:44   HATAY - Hevberdevka Partiya Çepa Kesk a Hatayê avahîsaz Ercument Kîmyon ku bi sala ye li dijî sepanên îmarê û avahiyên hatine çêkirin têdikoşe wiha got: “Yên ku divê bedelê bidin, kesên destûra plana îmarê û venêrîna avaniyan dayîn in.”    Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê yên li navçeya Îskenderûn a Hatayê bi dawî bûn û êdî xebatên rakirina kavilan dest pê kirine. Leşker li ser hinek kavilan nobedê digirin û li hinek kavilan jî makîneyên kar ketinê. Welatiyan da zanîn ku tîm, xebatên rakirina kavilan dikin û wiha bertek nîşan dan: “Li ser hinek kavilan tu xebat nehatine kirin. Çendek avahiyên xesar gihitibûnê çend roj berê hilweşiyan. Welatiyan navçe terikandine. Konên hatine vedan jî kêm in ku gelek kêmaniyên wan hene. Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê tune ne. Tenê kavilan radikin. Bêyî ku bibêjin mirî di nav de hene, kavilan bi awayekî bêserûber radikin.”    'KARESATEKE MEZIN E’   Hevberdevkê Partiya Çepa Kesk a Hatayê ku di heman demê de avahîsaz e Ercument Kîmyon, da zanîn ku gelek caran ji ber erdhejê hişyarî dane û wiha got: “Pir eşkere bû ku dê ev erdhej çêbûbûya. Me tenê roj û saeta wê nedizanî. Hemû kesî bedela wê bi can û malê xwe da. Rayedaran guh nedan û terkexem nêz bûn. Min hişyarî dan lê wê demê kesekî li min guhdar nekir. Ez têkildarî mijarê axivîm, min sepanên îmarê rexne kirin lewma rastî êrişên kiryarnediyar û tacîzan hatim. Ev nifş dê vê travmayê ji bîr neke.”    'BEDELA SERSARIYAN GEL DA’   Bi domdarî Kîmyon diyar kir ku bi sala ye bedela terkexemiyan gel dide û wiha bi dawî kir: “Di esasê xwe de yên ku divê bedela vê bidin, kesên destûra plana îmarê û venêrîna avahiyan dayîn in. Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê, Şaredariya Bajarê Mezin a Hatayê, şaredariyên navçeyan, endamên meclisê, fîrmayên venêrîna avahiyan ku destûra îmarê dayîn berpirsyarên vê encamê ne. Ev înşaet, berhema van xelekên nelirêtiyê ne. Li gorî rastiya jeolojîk, topografîk tevnegeriyan. Destûr dan ku avahiyên bilind werin çêkirin û bûn sedema vê karesatê. Bi sala ye min digot dê encameke wiha derkeve û têkoşîna hiqûqî dida. Min doz vedikirin, biryarên betalkirinê ddain lê rêveberiyên herêmî û navendî sersar nêz bûn. Guh nedan êrişên ser me tên kirin. Gel niha dibêje; ‘kekê tu mafdar derketî.’ Lê tu wateya mafdariya me nema. Gel, bedelekî pir giran da. Ya ku li Hatay, Îskenderûn, Defne û Samandagiyê pêk hatî, karesata sedsalê ye. Kujerên rasteqîn ên vê karesatê jî rêveberên herêmî û îdareyên navendî ne. Heke rayedar û dozger hesabê ji van nepirsin, wê demê ev tê wê wateyê ku tenê ji serê xwe vedikin.”    MA / Hamdûllah Yagiz Kesen