Du rojan tî, birçî û pêxas li kolanê mane 2023-02-17 11:41:38   DÎLOK - Malbata Çîftçî ya li Islahiyeyê dibêje ku piştî erdhejê ew du rojan birçî, tî û pêxas li kolanê mane û ji bo nemirin tenûra xwe veguherandine cihê hêwirînê.    Yek ji taxên ku erdhejê lê xistiye û kevir li ser kevir nehiştiye taxa Sulumagara ya navçeya Islahiyeya Dîlokê ye. Erdhejê tesîrek giran li ser taxê kiriye. Tax li ser rêya xeta fayê ku dikeve ser rêya Islahiyeyê-Hatayê ye. Li taxê bi ser 80 kesî re mirovan canê xwe ji dest daye. Gelek malên li taxê hilweşiyan e.    HÊ JÎ XIRBE LI ŞÛNA XWE NE    Tîmên hawarê di destpêkê de xwe negihandin taxê û xelkê xwe bi xwe cenazeyên xwe ji bin xirbeyan derxistin û veşartin. Hê jî xirbeyên xaniyan wek roja ewil disekinin. Xelkê navçeyê hê jî gazinên xwe dikin û rexne dikin ku kon negihîştine wan. Gelek mexdûrên erdhejê difikirîn ku em tîmên tespîta xesarê ne û daxwaza alîkariyê ji me dikirin.    TAX RÛXIYAYE    Li her kolan û cadeya taxê avahiyên hilweşandî hene û kes li taxê xuya nake. Her ku em geriyan hin mirov derketin pêşberî me. Her çiqas mirov neaxivin jî lê bêdengiya wan her tiştî vedibêje. Di ruyê her welatî de hestên bêçare mane xwe dide der.    Di kolanekî de avahiyek hilweşiyayî heye û malbatek li berê sekinî ye. Îsmaîl Çîftçî diyar dike ku di erdhejê de mala wan xera bûye û traktor û wesayîta wî di bin xirbe de maye. Çîftçî anî ziman ku kêliya erdhej çêdibe û dixwaze derkeve derve sobe bi ser de dikeve û ji bo tiştek neyê serê wî valahiyek di dîwar de çêdibe û di wir de derdikeve derve.    DU ROJAN TÎ Û BIRÇÎ MANE    Çîftçî da zanîn ku siûda wan lêdaye k udi erdhejê de tiştek nehatiye serê wan û piştî erdhejê tişta ku hatiye serê wan ji erdhejê dijwar e. Çîftçî dibêje ew bêçare mane û hêrs û bêçaretî xwe di rûyê wî de dide nîşandan. Çîftçî bi xemgînî wiha dibêje: “Em piştî erdhejê du rojan bêxwarin, bêav man. Dewletê alîkarî negihand me. Em konan dixwazin dibêjin kon tune ne. Doktorek bi navê Mehmet Firat xwarin û cilan ji bo me anî. Me tu xêra dewletê nedît. Du rojan tu kes bi hawara me ve nehat. Em bi tena serê xwe man. Em du rojan bi lingên xwe pêxas li ber sermayê man. Cilên li ser me jî cilên hinek kesên din in.”    AFAD’Ê KONÊ JI BO WAN DESTESER KIRIYE    Çîftçî her çiqas wî ji bo alîkarî û kona serî li rayedaran daye jî lê tu kesî bersiva wî nedaye û doktorê navborî kon ji wan xwestiye lê AFAD’ê kon desteser kiriye û nedane wan.    CENAZEYAN BI DERFETÊN XWE DERXISTINE    Çîfçtî anî ziman ku gelek kesan li taxa wan jiyana xwe ji dest daye û xelkê bi derfetên xwe cenazeyên xwe derxistin û veşartin. Çîftçî da zanîn ku tenûrek nêzî mala wan veguherandine cihê hêwirînê û ew 6 kes di bin de dimînin. Çîftçî diyar kir ku sazî û dezgehek, xwarinek germ nade wan û ew bi derfeta xwe xwarina xwe çêdikin û diçin wê mala xwe ya xetere tiştên xwe xwarinê derdixin.    JI BO JI SERMAYÊ NEMIRIN    Çîftçî destnîşan kir ku ew ji neçarî di vî konî de dimînin û heke ne ji wî konî be dê zarokên wî ji serma bimirin û cihekî ew biçinê jî tune ye.    MA / Îbrahîm Irmak