Ji bo dermankirina birînên zarokan ketin nava tevgerê 2023-02-17 09:55:42 SEMSÛR - Dilxwazên ku ji bo dermankirina birînên zarokan ji Muglayê hatin Semsûrê, bang li her kesî kirin ku ji bo herêmên erdhejê boyax, pirtûk û pêlîstokên li gorî temenên zarokan bişînin.    Erdheja Mereşê bandoreke giran li gelek bajaran kir. Herî zêde jî zarok ji erhejê bibandor dibin. Zarokên ku bi tirseke mezin hewl didin wateyê bidin tiştên jiyayîn, di vê pêvajoyê de travmayeke mezin jiyan û hêjta jî dijîn. Di bandora hilweşîner a erdhejê de tenê pêdiviyên biyolojîk ên zarokan tên pêşwazîkirin û gelemperî pirsgirêkên wan ên psîkolojîk tên paşguhkirin.    Bi erdhejê re zarok ji dibistanên xwe, ji lîstikên xwe û ji hevalên xwe bûn. Gelemperî ji ber vê travmaya ku niha dijîn, di demên pêşde zehmetiyên mezin dikêşin. Tora piştevaniyê ya bi pêşengtiya HDP, rêxistinên civaka sivîl û odeyên pîşeyî ve hatiye avakirin, li herêma Semsûrê konbajarek ava kirin û ji bo zarokan qadeke taybet veqetandin. Ji bo piştevaniya psîkolojîk a zarokan, kesên dilxwaz bi zarokan re lîstikan dilîzin û çalakiyên cuda li dar dixin.    GELO EM DIKARIN JI BO ZAROKAN ÇI BIKIN?    Mamosteya resmê Ozlem Çebî ku ji navçeya Fethiye ya Mûglayê ji bo piştevaniya bi zarokan re hatiye Semsûrê, li qada zarokan bûye çavkaniya mirûzê zarokan. Çebî, got ku di roja ewil a erdhejê de ji ewil zarok hatine bîra wê û wiha got: “Min ji xwe pirsî, gelo ji bo zarokan dikare çi bê kirin? Di çarçoveya vê pirsê de jî ketim nava hewldanan. Li gel hevalên xwe yên bijîşk, psîkolog û dilxwaz, em bi awayekî organîzeyî hatin Semsûrê. Bû 5 roj ku em li Semsûrê ne. Ji bo ku zarok hinek rehet bibin, ez bi wan re resman çêdikim, pê re dilîzim, bi hev re stranan dibêjin û çalakiyan li dar dixin. Em ji bo vê hatin vê derê. Armanca me ew e ku pir hindik jî be wan ji vê karesatê û tiştên jiyayîn dûr bixin.”    QADA ÇALAKIYAN Û LÎSTIKAN    Bi domdarî Çebî anî ziman ku ew bi zarokan re lîstikên hîndeker dilîzin. Di dema lîstikê de em dixwazin hinek tiştan bi wan bidin qezenckirin. Dema em hatin me bi xwe re boyaxa pastel, boyaxa şil û pirtûk anîn. Em bi zarokan re resman çêdikin, lîstikan dilîzin û pirtûkan dixwînin. Ji bo ku masûlkeyên zarokên biçûk pêş bikevin, em bi wan re çalakiyên cuda dikin. Bi hevîrê lîstikan re jî hinek çalakiyan dikin. Lê belê alavên me kêm in. Heke ev alav û amûr bên, dê bo me gelek bibin alîkar.”    DERMANKIRINA BIRÎNÊN ZAROKAN   Yek ji dilxwazên ku ji Fethiyeyê hatiye Semsûrê jî Buşra Avci ye. Avci, got ku di pêvajoyên wiha giran de zarok gelemperî tên paşguhkirin û wiha pê de çû: “Ji bo ku motîvasyona zarokan bilind be, em çalakiyên cur bi cur li dar dixin. Me li vir qadeke çalakiyan amade kir û hewl didin xwe bigihînin dilê zarokan. Armanca me ew e ku hindik jî be birînên wan derman bikin. Em dixwazin wan keyfxweş bikin.”    ‘BILA HER KES MÎNA ZAROKÊN XWE BIBÎNE’   Di berdewamê de Avci bi lêv kir ku ji bo herêmên erdhejê bi qasî tê xwestin alavên alîkariyê hatine şandin û wiha bi dawî kir: “Lê zarok hêj nû tên bîra her kesî. Banga min ji bo raya giştî ew e ku ji  zarokan re boyaxan, pirtûkan û pêlîstokên li gorî temenên cuda yên zarokan bişînin. Zarokên her kesî hene. Yên ku zarokên wan hene, dizanin bê ka divê çawa nêzî zarokan bibin. Bila hemû kes zarokên li vê derê mîna zarokên xwe bibîne û li gorî wê jî alîkariyê bişînin.”    MA / Omer Akin - Ahmet Kanbal