Berdevkên TOP’ê: Bi OHAL’ê re li dijî gel şer hate îlankirin 2023-02-17 09:27:51 STENBOL - Ji endamên Lijneya Berdevkên TOP’ê Pelîn Kahîlogûllari anî ziman ku piştevanî hêzê dide gel, Perîhan Koca jî diyar kir ku bi OHAL’ê re li dijî gel şer hate îlankirin.    Endamên Lijneya Berdevkên Partiya Azadiya Civakî (TOP) Pelîn Kahîlogûllari û Perîhan Koca xebat û çavdêriyên xwe yên li herêma erdhejê vegotin. Pelîn Kahîlogûllari diyar kir ku roja ewil a erdhejê çûne Taxa Armûtlû ya navçeya Defne ya Hatayê û bi lêv kir ku wan li bajêr Navenda Koordînasyona Krîzê ya TOP’ê ava kirine.   Kahîlogûllari bi gotinên “Me dît ku li ber derî û kêlekên apartmanên li kolanên ku em dimeşiyan, cenazeyên bi betaniyan hatine pêçandin hebûn. Ne diyar bû ku ev mirî kî bûn” bal kişand ser texrîbata erdhejê. Kahîlogûllari, destnîşan kir ku rojên ewil ji rayedaran kes nebû û wiha got: “Mirov bi şoka erdhejê re hewl didan kesên mirî û sax derxînin. Li aliyê din li dijî birçîtî, tîbûn, sermayê hewl didan li ser piyan bimînin.”   ‘PIŞTEVANIYÊ HÊZ DA GEL’   Kahiloğulları diyar kir ku ew hewl didin birînên gel bi piştevaniya kesên ku ji derveyî bajêr tên di demeke kurt de bipêçin û got ev rihê piştevaniyê hêzê dide gel. Kahilogûllari da zanîn ku ew çawa çûn herêmê navendên koordînasyonê ava kirine û wiha berdewam kir: “Li van navendên koordînasyonê yên krîzê, kamyonên ji bajarên cuda dihatin kom dibûn. Alîkariya ku di nava van kamyonan de bû, yekser li navçe, gund û taxan dihat belavkirin. Di rojên du û sêyan de êdî ev kar hate rûniştandin. Pêvajoya ku di encama piştavaniya gelê ji bajarên cuda dihatin nîşan da de xurt bû, gihişt piraniya herêmên erdhejê. Dîsa partiya me niha hewl dide bi jin û zarokan re hevgirtinekê bi rêxistin bike. Li hin navçeyan ji bo jin karibin bi awayekî ewle xwe bigihînin pêdiviyên xwe yên bingehîn, me kon vedan. Me ji bo zarokan konên lîstikan vedane û em hewl didin ji birînên wan re bibin merhem.”   ‘BI OHAL’Ê LI DIJÎ GEL ŞER HATE ÎLANKIRIN’   Endama Lijneya Berdevkên TOP’ê Perîhan Koca ya têkildarî biryara Rewşa Awarte (OHAL) ya desthilatê û têkildarî nîqaşên “taloqkirina hilbijartinê” de axivî, wiha got: “Bi OHAL’a hate îlankirin li dijî gel şer hate îlankirin. Desthilatê OHAL’a ku di pêvajoya pandemî û hewldana darbeyê de weke tundî bikaranî xist dewrê. Ev OHAL jî di erdhejê de li dijî gel weke çek îlan kirin. Tişta ku îro were kirin esas ne OHAL bû seferberî bû. Li aliyekî rastiya vê desthilata ku di bin enkazê de mayî heye li aliyê din jî gel ji 7 salî heta 70’ê salî bêyî ku li ziman, reng û netew binêre seferberiyeke mezin daye destpêkirin. Wê ev yek ji bo serdema nû encamên siyasî bi xwe re bîne.”