Mehek e amûrên girtiyê di hucreyê de desteser kirine 2023-02-17 09:05:26 ŞIRNEX - Girtiyê bi navê Serhat Arsû bi rêya telefonê ragihand ku mehek e rêveberiya girtîgehê destûr nade wan ku biçin kantînê pêdiviyên xwe bikirin. Eşyayên ku malbata Arsû ku mehek e ji Arsû re şandine, hê jî radestî wî nehatine kirin û ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hatine desteserkirin.     Li girtîgehên Tirkiye û herêmê binpêkirinên mafan dewam dikin. Girtiyên ku ji mafên xwe yên herî mirovî bêpar in, di şert û mercên herî xerab de li dijî vê têdikoşin. Girtiyên siyasî ji mafê tenduristiyê bigire heta mafên wan ên civakî bi gelek binpêkirinan re rû bi rû dimînin. Di girtîgehan de bi dehan nexweşên ku nedihatin dermankirin jiyana xwe ji dest dan û bi dehan ji wan jî di şert û mercên girtîgehê de têkoşîneke bêhempa didin. Girtiyê bi navê Serhat Arsû ku di Girtîgeha Sêwregê ya Tîpa T'yê de dihat girtin, çend roj beriya niha sirgûnî Girtîgeha Sîncan a Enqereyê hat kirin. Mehek e ji her tiştî bêpar tê hiştin. Ev mehek e alavên ku malbata wî jê re şandine ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hatine desteserkirin û radestî Arsû nayên kirin.   'NAHÊLIN SERÊ XWE BIŞOM'   Hazal Arsû, xwişka Arsû, bertek nîşanî vê nêzikatiya girtîgehê da û wiha got: "Birayê min 12 sal in di girtîgehê de ye. Ev 5 sal in jî hûcreyê de tê girtin. Di 13'ê çileyê de ji girtîgeha Sêwregê sirgûnî girtîgeha Sîncanê hat kirin. Tiştên ku zêdetirî mehek berê me jê re şandine, rêveberiya girtîgehê wan nadin wî. Ev çend car in em telefonî girtîgehê dikin û daxwaz dikin ku tiştên me şandine radestî birayê min bikin. Lê her carê dibêjin, 'temam' û piştre jî paşguh dikin. Herî dawî dema ku em li rêveberiya girtîgehê geriyan ji me re got, 'ez naşînim û kengî bixwazim ez ê wê demê bişînim, werin hûn bi xwe bibin û bişînin.'Ew tiştên ku me jê re şandine pêwîstiyên wî ne. Beriya niha birayê min li me geriyabû û gotibû ku, 'girtîgeh nahêle em tiştekî ji kantînê bikirin, serê xwe bişon û heta nahêle ku ez macûna diranan jî bikirim. Ji ber vê pêkanînê em nikarin xwarinê jî bixwin.' Me ji ber wê ev alav jê re şandin, lê ew jî radestî wî nehatine kirin."   Arsû daxwaz kir ku rêxistinên sivîl bibin dengê girtiyan û van pirsgirêkên li girtîgehan bên çareserkirin.