Rêveberiya Xweser: Em ê alîkariya ji mexdûrên erdhejê re bidomînin 2023-02-16 18:33:06       NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku dê hewldanên wan ên ji bo pêşwazîkirina pêdiviyên mexdûrên erdhejê bidomin.   Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku dê hewldanên wan ên ji bo pêşwazîkirina pêdiviyên mexdûrên erdhejê bidomin. Têkildarî mijarê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyeke nivîskî belav kir.   Di destpêka daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Bi destpêkirina karesata mirovî re ku bi ser herêmê de hat, Rêveberiya Xweser ji bo alîkariya herêmên karesatê yên Sûriyeyê derfetên xwe seferber kirin û karwanên alîkariyên mirovî ber bi deriyên sînorî yên bi herêmên rejîmê û herêmên dagirkirî re şandin, lê rastî redkirina her du aliyan hat. Piştî israr û hewlên ku bi rêya navbeynkaran, wekî alîkariyeke mirovî ya lezgîn 100 tankerên mazotê ji bo herêmên Şêxmeqsûd, Şehba û herêmên hikumeta Şamê hatin şandin.”   Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Rêveberiya Xweser dê piştevaniya ji bo pêşwazîkirina pêdiviyên mexdûrên erdhejê bidomîne, ji ber ku ev erkeke mirovî, exlaqî û nıştimanî ye.   Daxwaz hat kirin ku hemû alî bê cudahî nêzî vê rewşa mirovî bibin, hewldanên mirovî asteng nekin û li hember vê rewşa trajîk bi berpirsyariyên xwe rabin.