Bombebarana dewleta tirk didome 2023-02-16 17:02:39   NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk gelek caran herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistanê bombebaran kirin.    Êrişên ku dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistana Federe di 17’ê nîsana 2022’yan de dane destpêkirin didomin. KCK’ê piştî erdhejên di 6’ê sibatê de li navenda wê Mereşê çêbûn daxuyanî da û biryar da ku heta êrişek li dijî hêzên wan neyê kirin wê çalakiyan li dar nexin. HPG’ê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ketiye pozîsyona parastinê.    Lê dewleta tirk hem ji hewayî hem jî ji bejahiyê ve êrişên xwe yên li dijî HPG’ê ku di pozîsyona parastinê de ye didomîne. Di daxuyaniya ji aliyê HPG’ê ve hatiye kirin de li dijî hêzên wan carekê bi bombeya qedexe, 5 caran bi balafirên şer, 43 caran bi obusan, tank û çekên giran hatine bikaranîn.