Li Meletiyê lêpirsîna erdhejê: 11 kes hatin girtin 2023-02-16 16:53:35   MELETÎ - Serdozgeriya Komarê ya Meletiyê ji ber avahiyên di erdhejê de hilweşiyayîn ku bûn sedema mirina gelek kesan, lêpirsîn da destpêkirin û heta niha 11 kes hatine girtin.    Serdozgeriya Komarê ya Meletiyê têkildarî mitehit, avahîsaz, endezyar, peywirdarên venêrînê û xwediyên avahiyên di erdhejê de hilweşiyayîn û xesareke mezin gihiştiyê ku bûbûn sedema mirin û birîndarbûna gelek kesan, lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de 46 gumanbar hatin binçavkirin û lêpirsîn hêj didome. Kesên hatin binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin. Ji gumanbaran 4 jê hatin girtin û bi vê yekê re hejmara kesên di çarçoveya lêpirsînê de hatine girtin derket 11 kesan.    Kar û barên îfadegirtinê yên 8 gumanbaran jî hêj berdewam in.