Ji erdhejê rizgar bû, lê di êrişa Tirkiyeyê de hat kuştin 2023-02-16 16:17:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Di bombebarana Tirkiyeyê ya li dijî navçeya Til Rifetê kir û kalemêrekî 70 salî di êrişê de hat kuştin.    Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Til Rifat a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin. Tirkiye di nava vê karesata erdhejê de jî herêmên rojavayê Kurdistanê topbaran dike. Di êrişa li dijî navçeya Til Rifatê ya bi ser herêma Şehbayê de êriş pêk anî.    Di encama vê topbaranê de Yûsêf Ebid ê 70 salî jiyana xwe ji dest da, kalemêr Şêx Taha Ebdulfetah jî birîndar bû. Yûsêf Ebid ji Helebê bû ku piştî erdhejê xwe li herêma Şehbayê girtibû.   Hate ragihandin ku topbarana ser herêma Şehbayê hîn jî dewam dike.