Polîsan êrişî daxuyaniya HDK’ê kir: Dewletê gelê me qetil kir, hûnê hesab bidin 2023-02-16 16:05:09   STENBOL - HDK û HDP’ê xwest qeyûmê tayînî Navenda Koordînasyonê ya li Bazarcixê hat kirin protesto bike. Polîsan êrişî daxuyaniyê kir. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewletê gel qetil kiriye û niha jî dixwaze piştevaniya gel asteng bike.    Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî qeyûmê danîn ser Navenda Koordînasyonê ya Krîzê ku li navçeya Bazarcixa Mereşê hatibû sazkirin û rawestandina xebata li wir li ber avahiya HDK’ê hat şermezarkirin û daxuyanî hat dayîn.    Di daxuyaniyê de pankarta “Hevgirtina gelan bi qeyûman nikare bê astengkirin” hat vekirin. Hevberdevkên HDK’ê Esengul Demîr û Cengîz Çîçek, rêveberên HDP’ê, pêkhateyên HDK’ê û nûnerên rêxistinên sivîl tev li daxuyaniyê bûn.    POLÎS: BISEKININ EM Ê BIRYARÊ BÎNIN    Di kêliya dê çalakiyê dest pê bikira, polîsan xwest bi îdiaya “daxuyanî bêqanûnî ye” asteng bikin. Tevî ku biryarek qedexeyê ya walîtiyê û qeymeqamiyê nebû jî polîsan xwest çalakiyê asteng bikin. Hevserokê HDP’a Stenbolê Ferhat Encu diyar kir ku biryara qedexekirina çalakiyê bêqanûnî û bêhiqûqî ye. Di vê navberê de balkêşe ku polîsan got, “Bisekinin, em ê biryarê bidin girtin.” Çalakvanan helwesta polîsan protesto kir.    Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr diyar kir ku alîkarî û piştevaniya li herêma erdhejê li Bazarcixê embara wan bêqanûnî û bêhiqûqî hatiye desteserkirin û qeyûm danîne ser û got: “Di ser erdhejê re 10 roj derbas bûn. Dewleta ku 10 roj bûn ku di xewa zivistanê de bû, di encama roja 10’an de torên piştevaniyê belav kirin û qeyûm danîn ser embara me.”    ‘ARMANCA WAN EW E KU HEVGIRTINÊ ASTENG BIKIN’    Demîr anî ziman ku ji bo piştevanî bê astengkirin êriş hatiye kirin û wiha axivî: “Yên ku li malên xwe germ rûniştine, êrişî piştevaniya gel dikin û hêza xwe ya zordest dixin dewrê. Heke we qeyûm tayînî şaredariyên HDP’ê nekira dê ewqas qurbaniyên me çênebûna. Dewlet bi pêçandina birînên welatiyên xwe ve berpirsiyar e. Dewlet neçare di çarçoveya erka xwe de alîkarî û xizmeta welatiyan bike. Dewlet köle û qewraşê welatiyê xwe ye.”    ‘WE GELÊ ME QETIL KIR’    Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek jî bertek nîşanî helwesta polîsan da û got: “Hûn neçar in rêyên diçin herêmên erdhejê vekin.” Polîsan div ê navberê de ji girseyê re got, “hûn qanûnan nizanin.” Çalakvanên HDK’yî jî bersiv dan û gotin: “Çima ew qanûn ji bo qurbaniyên di bin xirbeyan de neket dewrê. Wê dewleta qatîl hesab bide. We gelê me qetil kir.” Li ser van gotinên HDK’iyan polîsan gefê li HDK’iyan xwar. Polîsan piştre êrişî çalakiyê kir û li çalakvanan da.    ‘EM Ê KUJERAN JI BÎRA NEKIN’    Piştre girse derbasî avahiya HDK’ê bû û daxuyanî da. Berdevka Giştî ya Meclisên Jinan a Sosyalîst Çîçek Otlû bertek nîşanî astengkirina polîsan da û got: “Dewlet kujerê ewqas qurbanî ye. Em ê qet van kujeran ji bîr nekin.”    Hevserokê Partiya Avakirina Jinûve Sosyalîst (SYKP) yê Stenbolê Ronî Goren jî diyar kir ku dewlet li herêmên erdhejê nebû û îktidar dixwaze piştevaniyê asteng bike.    Heverdevkê DBP’ê yê Herêma Marmarayê Atîlla Ozdogan jî destnîşan kir ku dewlet dixwaze piştevanî û alîkariya gel asteng bike.