Di erdhejê de li 30 beşên sûrên Amedê xesar çêbûye 2023-02-16 15:06:02   AMED - Di erdhejê de 30 beşên sûrên Amedê ku di Lîsteya Mîratên Çandî ya UNESCO de ye û 3 mizgeftên dîrokî xesar diîtin.    Karesata erdhejê tesîra xwe li ser sûrên Amedê û sê mizgeftên dîrokî jî kiriye. 30 beşên cuda yên sûrên Amedê û 3 mizgeftên dîrokî jî xesar dîtine. Komeleya Parastina Hebûnên Tebîatê û Çandê ya Amedê di 9, 10, 11’ê sibatê de lêkolînê kir û raporek amade kir. Li gorî raporê hat tespîtkirin; li 30 beşên cuda yên sûrên Amedê ku di Lîsteya Mîrata Çandî ya Cîhanê ya UNESCO’yê de ne rûxandin çêbûye.     Di rapora çavdêriyê de terk li sûran ketiye û li 30 nokteyan rûxndin çêbûye û hat ragihandin ku xeereya kevir ji sûran bikevin jî heye.    LI BIRCA KEÇIKÊ XESAR HAT TESPÎTKIRIN    Di raporê de cih dane Birca Keçikê jî û hatiye tespîkirin ku li eniya Bircê ku li rojava dinêre kevir ketine xwarê û herifandin çêbûye û di hin beşên wê de xesar çêbûye.    DI KELEHA HUNDIR DE JÎ XESAR ÇÊBÛYE    Di raporê de hat destnîşankirin ku ji Keleha Hundir (Îç Kale) kevir ketine xwarê û rûxandin çêbûye.    Di raporê de îşaretî hewcedariya restorasyona van cihên ku xesar dîtine û hilweşiyane hat kirin.    MINAREYA ÇAR LING JÎ XESAR DÎTIYE    Di raporê de hat diyarkirin ku li Minareya Çar Ling jî xesar çêbûne û terk lê ketine. Di raporê de hat gotin mizgeftên dîrokî yên bi navê Safa (Parli) û Behram Paşa jî xesar dîtine û terk li dîwarên wan ketine.