Li Amedê ji avahiyên hilweşiyan 3 avahî qaçax derketin 2023-02-16 13:47:27   AMED - Li Amedê ji 7 avahiyên hilweşiyane derket holê 3 avahî qaçax in û sê qatên avahiyek jî qaçax hatiye çêkirin.    Li Amedê di erdhejê de 7 avahî hilweşiyabûn. Heta niha 394 kesan di bin xirbeyên van avahiyan de jiyana xwe ji dest dan. Derket holê ku ji van 7 avahiyan 3 avahî qaçax in û sê qatên avahiyekî jî qaçax hatiye çêkirin. Her sê avahiyên qaçax jî li navçeya navendî ya Rezanê ne. Avahiya ku sê qatên wê jî qaçax in li navçeya navendî ya Bajarê Nû ye. Li gorî daneyên nefermî di van 3 avahiyên qaçax de 204 kesan canê xwe ji dest daye û di avahiya sê qatên wê qaçax in jî bi ser 50 kesî re canê xwe ji dest daye.    HER SÊ AVAHIYÊN QAÇAX JÎ LI REZANÊ NE      Li avahiya Yoldaş a li navçeya Rezanê ku 61 kes di bin xirbeyê wê de canê xwe ji dest dan û 19 kes birîndar hatin derxistin, di bin xirbeya avahiya Akar (Hîsamî) a li Rezanê 101 kesan canê xwe ji dest daye û l42 kes birîndar hatine derxistin û ji bin xirbeyên avahiya Işik a li Rezanê jî 42 kes mirî hatine derxistin û 19 kes birîndar bûne. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin ev her sê avahî jî qaçax hatine çêkirin.