Şaredariya HDP’î rojê xwarinê li 3 hezar mexdûrên erdhejê belav dike 2023-02-16 13:39:09 MEREŞ - Şaredariya Silopyayê ya HDP’î, li Bazarcixa ku navenda erdhejê ye her roj xwarinê li 3 hezar kesî belav dike.     Şaredariya Silopiya ya Şirnexê ku di bin rêveberiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de ye ji roja ewil ve li navçeya Bazarcixa Mereşê birînan derman dike. Şaredariya ku li Taxa Fatîhê kon vedaye, sibê nîvro û êvarî her roj ji bo 3 hezar kesan xwarinê çêdike. Xebatkarên şaredariyê her roj xwarinên cuda cuda çêdikin û digihînin kesên hewcedar. Gelek malbat jî li konê şaredariyê 3 danan xwarinê dixwin. Şaredarî her wiha di warê xwarin û hin pêdiviyên din de jî alîkariya mexdûrên erdhejê dike.    Yek ji xebatkarên şaredariyê Kasim Ertan, diyar kir ku xwarinê belavî 3 hezar kesan dikin û da zanîn ku hemû mesref ji aliyê şaredariyê ve tê pêşwazîkirin. Ertan, bi lêv kir ku dema hatin mexdûrên erdhejê perîşan bûn û wiha got: “Digotin ‘kes xwedî li me dernakeve’. Ji me memnûnin. Mirov hem li vir xwarin dixwin hem jî dibin cihên ku lê dimînin.”   QEYÛM TAYÎNÎ NAVENDA KRÎZÊ KIRIN   HDP’ê her wiha bi komeleyên herêmê re di roja duyemîn de li bajêr Navenda Koordînasyona Krîzê ava kiribû. Bi sedan dilxwazan re bi dehan TIR’an alîkarî belavkirin û ji 50 gundan re xizmeta tenduristiyê dabû. Lê ji navenda navborî re qeyûm hate tayînkirin. Endamên partiyê û dilxwazan ev rewş qebûl nekirin û biryar dan ku xebatên xwe di qadên cuda de bidomînin.   MA / Azad Altay - Abdurrahman Gök