HDP’a Amedê kampanya ‘Mala min mala te ye’ da destpêkirin 2023-02-16 12:55:06 AMED - Rêxistina HDP’ê ya Amedê ji bo pirsgirêka hêwirînê ya mexdûrên erdhejê çareser bike, kampanya “Mala min mala te ye” da destpêkirin  û bang li xelkê hat kirin ku deriyên xwe ji mexdûrên erdhejê re vekin.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajarê Amedê ji bo pirsgirêka hêwirînê ya mexdûrên erdhejê çareser bike û li dijî bihakirina kirê kampanya “Mala min mala te ye” da destpêkirin. HDP’ê bang li xelkê bajêr kir ku deriyên xwe ji bo mexdûrên erdhejê vekin û diyar kir ku ji bo tora piştevaniyê xurt bibe dê xebatên xwe bidomînin û got: “Em ê bi hev re bi ser bikevin.”    ‘EM VAN ROJÊN ZOR BI HEV RE DERBAS BIKIN’    HDP’ê li ser hesabê xwe yê Twitterê kampanyayê ragihand û derbarê kampanyayê de wiha got: “Amedê her tim birînên xwe bi piştevaniya xwe pêçandiye û bi ser ketiye. Bihakirina kirêyên xaniyan me xemgîn kiriye. Tişta ku dikeve ser milê me jî em dibêjin, ‘Mala min mala te ye’ û em van rojên zor û zehmet dikarin bi hev re derbas bikin. Hevgritin û yekitî me xurt dike û em helwesta xwe ya alîgiriya mazlûmbûnê bidomînin. Em ê bi hev re bi ser bikevin.”    ‘EM XWEDÎ LI NIRXÊN XWE DERKEVIN’    Hevseroka HDP’a Amedê Gulistan Atasoy jî li ser hesabê xwe yê Twitterê têkildarî kampanyayê wiha got: “Divê gelê me li dijî van kesên êş û mexdûriyeta erdhejê ji xwe re dikin firsend rabin û em bang li gelê xwe dikin ku xwedî li nirxên xwe civakî derkevin.”