Li navçeyên ku vala bûne tenê xebata rakirina xirbeyan heye 2023-02-16 11:31:06   MEREŞ - Li navçeyên Elbistan û Nûrheqê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê cihê xwe ji rakirina xirbeyan re hiştiye. Li van her du navçeyan hema bêje hemû avahiyan xesar dîtine. Xelkê her du navçeyan ji ber pirsgirêka hêwirînê neçar man ku navçeyan terk bikin û ji roja ewil ve pirsgirêkên mexdûrên erdhejê nehatine çareserkirin.    Erdhejên ku navenda wê navçeyên Bazarcix û Elbîstan ên Mereşê bûn li 10 bajaran rê li ber karesatek mezin vekir. Erdheja duyemîn navenda wê navçeya Elbistanê bû û hema bêje ji sedî 70’ê navçeyê hilweşiyaye. Li Elbistanê heta niha 565 avahî ketine ber qeydê ku bi lezgînî werin hilweşandin. Hê jî li hin avahiyan xebata xirbeyan nehatiye kirin. 69 gund û taxên navçeyê hene. Beşek mezin ji van tax û gundan xesar dîtine. Li 40 jîngehan mirov nikarin bikevin mala xwe. Xelkê navçeyê koç kirine û hema bêje kes li navçeyê nemaye.    Li navçeyê pirsgirêkên hêwirînê, tenduristiyê, germbûnê, serşok û daşiran berdewam dike. Konên hatine vedan jî pêdiviyên xelkê bicih neanîne. Gelek zarok û welatî nexweş dikevin. Di rojên ewil ên erdhejê de li gelek deveran bi destê rêxistinên sivîl xwarin ji bo welatiyan dihat belavkirin û niha tenê du li du deveran xwarin li welatiyan tê belavkirin û hê jî birînên mexdûran nehatine pêçandin.    JI SEDÎ 70’Ê AVAHÎ HILWEŞIYAN E    Li navçeyê ji sedî 70’ê avahiyan hilweşiyane û ji edî 30’yê avahiyan jî xesar dîtine. Rojek piştî erdhejê ten3e li çend avahiya xebatên lêgerîn û rizgarkirinê hatin kirin. Dilxwazan û xelkê xebatên lêgerînê û rizgarkirinê kirin û bi sedan mirovan ji bin xirbeyan rizgar kirin. Ji ber mudaxileya dereng jî bi sedan mirov canêxwe ji dest da. Li navçeyê tevî hemû gazin û rexneyên xelkê jî xebatek lêgerînê û rizgarkirinê bi organîzek baş nehat kirin û niha makîneyên kar ketine nav hin avahiyan û xirbeyan radikin.    Şaredarê Elbistanê Mehmet Gurbuz 4 roj piştî erdhejê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal daxuyanî dabû û ragihandibû ku xebatên lêgerînê û rizgarkirinê temam bûye. Li ser nerazîbûna xelkê Gurguz neçar ma ku parvekirina xwe jê bibe û piştî daxuyaniya şaredar çend roj şûnve di xebatên rizgarkirinê de gelek kes hatin rizgarkirin.      XIRBE TÊN RAKIRIN    Bi ser erdhejê re hefteyek şûnve xebatên lêgerînê û rizgarkirinê cihê xwe bi temamî ji rakirina xirbeyan re berda. Li ser îxbarê li hin avahiyan xebatên lêgerînê û rizgarkirinê tên kirin. Li sedan avahî ev xebat nehat kirin. Li ser avahiyên ku xebata lêgerînê û rizgarkirinê nehatine kirin, nivîsên wek “vala ye”, “nayê zanîn” û “kes tune ye” hatine nivîsandin û balê dikişîne ser xwe. Niha xirbeyên ku bi kamyonan tên rakirin dibin derveyî navçeyê vala dikin. Di avahiyên ku xirbeyên wan tên rakirin de nayê zanîn ku ka delîl hatine berhevkirin û nimûne û karot hatine girtin an jî na.    CENAZE PIŞTÎ ROJAN HATIN VEŞARTIN    Li navenda navçeyê ev tişt diqewimin. Li gundan jî ji roja ewil ve adeta dramek heye. Li gundên Elbistanê heta niha ji 200 kesî zêdetir mirov jiyana xwe ji dest dane. Di çar rojên ewil ên erdhejê de pêwendiya di navbera gundan û navenda navçeyê de qut bûbû. Qêrîn û hawara mirovan negihîşt tu cihekî. Rêyên gundan ji ber berfê û erdhejê lêdabû hatibûn girtin. Welatî nikaribûn biçûna navçeyê û ji bo rizgarkirinê welatiyên di bin xirbeyan de kesî xwe negihand gundan.    Xelkê gundan bi destê xwe sax û miriyên xwe ji bin xirbeyan derxistin û çend roj şûnve veşartin. Mexdûrên erdhejê destnîşan dikin ku gelek kes li Elbistanê û gundên wê di encama xemsariyê de mirine.    DAXWAZA AVAKIRINA JI NÛ VE Û VEGERÊ    Welatiyên ku li gundan xaniyên wan bi serê wan de hilweşiyan neçar man ku koçber bibin. Hê jî li gundan bi sedan sewal di bin xirbeyan de ne û ji bo sewalên hatin rizgarkirin av û êm û axûr tune ne. Mexdûrên erdhejê neçar man ku sewalên xwe bi bihayên kêm bifiroşin û bar kirin û çûn. Li hin gundan çend malbat mane û di konan de dimînin û li hin gundan hê jî ceyran tune ye. Welatî di wê fikarê de ne ku yên koç dikin carek din venegerin û jibo herêm bêmirov nemînin dixwazin ku bi lezgînî avakirina avahiyan dest pê bike û xebatên paşde vegerê bê kirin.      REWŞA NÛRHEQÊ    Erdhejê tesîrek neyînî li ser navçeya Nûrheqê jî kir. Li gorî daneyên nefermî, ji 200 kesî zêdetir mirov jiyana xwe ji dest dan. Beşek mezin a avahiyan hilweşiyan û avahiyên li mane jî xesar dîtine û kes nikare bikeve malên xwe. Şeva ku erdhej çêbû li navçeyê berf dibariya û bager hebû û pêwendiya navçeyê û deverên din bitemamî qut bû. Ji ber vê yekê jî li navçeyê mirovan jiyana xwe ji dest da. Du roj şûnve rêyên navçeyê hatin vekirin û terkên mezin li rêyên Elbistan-Nûrheq-Sergolan ketin û di rêyan de hezaz çêbû. 15 hezar nifûsa navçeyê heye. Hema bêje kes li navçeyê nemaye û yên mayî jî li navenda navçeyê û gundan di konan de bicih bûne. Li navçeyê hem xebatên lêgerînê û rizgarkirinê û hem jî gihandina alîkariyê de tengezariyên mezin çêbûn.    Ji ber nebûn ango kêmaniya makîneyên kar cenazeyên ji bin xirbeyên navçeyê û gundan hatin derxistin, demek dirêj nehatin veşartin. Heta niha jî têkildarî rûxandina li navçeyê û gundan tu daneyek fermî nehatiye eşkerekirin. Hê jî rakirina xirbeyan û hilweşandina avahiyên xesar dîtine nehatiye destpêkirin. Nayê zanîn ku ka gelo derbarê avahiyan de lêkolînek hatiye kirin an jî na.    QÊRÎNA HAWARÊ PIŞTÎ 5 ROJAN HAT BIHÎSTIN    Li navenda navçeyê rewş wisa ye. Ji bo daneyên qurbaniyên li gundan jî agahiyek fermî tune ye. Erdhejê herî zêde tesîr li gundên Kullar, Bariş û Karaçayê kiriye. Bi dehan mirov di bin xirbeyan de ma û ji ber derengî mudaxile hat kirin, welatî jiyana xwe ji dest dan. Qêrîn û hawara li gundan piştî 5 rojan hat bihîstin. Gundaiyan bi derfetên xwe kêm li ser xirbeyan xebitîn û gelek kesan rizgar kirin û gelek cenazeyan ji bin xirbeyan derxistin. Li gundan gelek welatiyan ji ber ku qerisîn canê xwe ji dest dane. Piştî rojan ceyrana gundan hat berdan û gundî ji ber pirsgirêka hêwirînê neçar man terka mal û milkên xwe bikin. Gundiyan şînên xwe li gundan danîn û li van gundan hema bêje kon tune ne. Bi dehan malbat li Cemxaneyê dimînin û dilxwaz xwarinê çêdikin û pêdiviyên mexdûran dabîn dikin. Li Nûrheqê û gundên wê hê jî xebata rakirina kavilan nehatiye destpêkirin. Gelek welatî wek deverên din li Nûrheqê jî bêyî bên tomarkirin hatin veşartin.      Li navçeya Afşînê ya Mereşê jî 397 avahî ji ber erdhejê hilweşiyan. Li navçeya Goksûnê jî ji 100 zêdetir avahî hilweşiyan e.    MA / Adnan Bîlen