Jina ciwan a ku ji bo xalê xwe yê li herêma erdhejê girtî ye alîkarî xwest hat girtin 2023-02-16 09:26:17   ŞIRNEX - Jina ciwan a bi navê Asya Dorû ya ku piştî erdheja li Mereşê çêbûyî ji bo xalê xwe yê di Girtîgeha Turkoglû ya Mereşê de girtî ye, banga alîkariyê ya lezgîn kir hat girtin.    Di 6'ê Sibatê de li navçeya Bazarcix a Mereşê bi pileyên 7,7 û 7,6 erdhejên dijwar çêbûn û bandor li 10 bajaran kir. Bi mudaxileya dereng bi deh hezaran kes di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan, bi deh hezaran kes jî ji bin xirbeyan bi awayekî birîndarî hatin rizgarkirin. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li herêmên ku erdhej lê çêbûye hê jî dewam dikin, xebatên kampanyayê yên ji bo herêmên erdhejê hatin destpêkirin dewam dikin. Ji navçeya Silopiya ya Şirnexê Asya Dorû ya 22 salî di 9'ê Sibatê ku ji ber rewşa xalê xwe Mehmet Emîn Ûçar yê li Girtîgeha Tîpa L a Turkoglû ya Mereşê girtî bi fikar bû li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal alîkarî xwest û ev peyam parve kir: “Ez ji we hêvî dikim ku dengê me bidin bihîstin. Ewlehiya girtiyan di xeteriyê de ye. Girtiyên li Girtîgeha Turkoglû ya Mereşê terkî mirinê hatine kirin, gardiyanan derî girtine û reviyane, girtiyan serî hildaye, agir bi wan ketiye, stûn bi ser wan de ketine, hûn bi xwedê alikariya me bikin.” Serdozgeriya Komarê ya Silopiyayê ji ber vê peyamê bi hinceta "Agahiyên şaş ji raya giştî re belav kirine" der heqê Dorû de lêpirsîn da destpêkirin.    BI ÎDIAYA KU GEL SOR KIRIYE HATE GIRTIN   Li ser vê yekê polîsan di sibeya 15'ê sibatê de bi ser mala Dorû de girtin û ew binçav kirin. Dorû ya piştî kirariyên miduriyeta polîsan sewqî edliyeyê hate kirin, ji aliyê dozgeriyê ve bi îdiaya ku Dorû bi parvekirinên xwe "gel şaş agahdarkiriye û sor kiriye" bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin. Şandeya dadgehê bi şertê kontrola edlî Dorû berda. Lê dozgerî li dijî vê biryarê derket, li ser vê yekê şandeya dadgehê derbarê Dorû de bi hinceta ku “Agahiyên şaş ji raya giştî re belav kirine” biryara girtinê da û Dorû şandin Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê.   'BIRYAREKE SIYASÎ YE'   Parezerê Dorû Fadil Tay, bertek nîşanî girtina Dorû da û got: “Dema ku em li sînorên jêrîn û jor ên sûcî dinêrin, xala 217 a qanûna cezaya tirk a binakok a ku 2 meh berê ket meriyetê ya wekî gotara dezenformasyonê jî tê zanîn, rêziknameyek e ku azadiya raman sînordar dike ye. Ev biryar li dijî hiqûqê ye û siyasî ye.”   ÇI BIBÛ?   Li Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 1’an a Turkoglû ya Mereşê û girtiyan ji bo sewqî cihê ewle bên kirin di roja ewil a erdhejê de serî rakiribûn û di dîmenên hatibûn bidestxistin de dihat dîtin ku girtî bi ser devkî dirêjî erdî hatine kirin, destên wan bi paş ve hatine kelemçe kirin û hatine derbkirin.    Her wiha girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Hatayê jî qawîşên xwe şewitandibûn û serî hildabûn. Hatibû ragihandin ku di dema serhildanê de nêzî 250 girtiyan hewl daye birevin û leşkeran gule lê barandine. Ji 12 girtiyên birîndar bûyîn 3’yan jê jiyana xwe ji dest dabû. Hatibû zanîn ku girtiyên din jî sewqî girtîgehên cuda hatine kirin.