ROJEVE 16'Ê SIBATA 2023'YAN 2023-02-16 09:00:53   * Koordînatorê Ma Musicê Şêrko Kanîwar ku ji roja duyemîn a erdhejê ve li navçeya Bazarcixa Mereşê tev li xebatên alîkariyê û piştevaniyê bû, çavdêriyên xwe parve kir. Kanîwar destnîşan kir ku pêwîste ev dilxwazî tevî tayînkirina qeyûm jî bi ruhekî seferberî berdewam bike.    * Hevberdevka Komîsyona Penaber û Koçberan a HDP'ê Elîf Bûlût diyar kir ku alîkariyên ku bi rêya AFAD'ê hatine şandin ji ber nijadperestiyê nagihên penaberan û got ku piştî erdhejê dewletê rê li ber pergalên propagandaya nijadperest vekiriye.     * Li Semsûrê di encama erdhejê de zêdetirî 11 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan. Tiştên ku li Semsûrê qewimîn, ketin ber bojektîfa nûçegihanên MA’yê.    * 200 endamên DOM’ê ji bo piştevaniya mexdûrên erdhejê berê xwe dan Semsûrê û banga berfirehkirina seferberiya piştevaniyê kirin û gotin: “Pêdiviya gelê me bi me heye.”    *Seroka ÎMO'yê yê Şaxa Îzmîrê Eylem Ûlûtaş Ayatar, diyar kir ku ji ber ku rêziknameyên qanûnî yên piştî erdheja Golcukê hatin çêkirin nayên pêkanîn, rûxandin ev qas mezin e û got: "Gelek akademîsyen û endezyarên me yên hêja hene. Divê em guh li wan bikin. Ger em wiha nekin, dê cardin heman tişt bê serê me."    * Jina ciwan a bi navê Asya Dorû ya ku piştî erdheja li Mereşê çêbûyî ji bo xalê xwe yê di Girtîgeha Turkoglû ya Mereşê de girtî ye, banga alîkariyê ya lezgîn kir hat girtin.    * Li Mereş, Semsûr, Dîlok, Hatay, Meletî û Amedê xebatên lêgerînê û rizgarkirinê yên erdhejê û rakirina xirbeyan dê bê şopandin.    * Platforma Piştevaniya Erdhejê ya Enqereyê dê li avahiya Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyeyê ya Şaxa Enqereyê bi civînek çapemeniyê damezrandina xwe ragihîne. (11.00)   * Pêkhateyên HDK'ê dê li avahiya xwe ya li navçeya Beyoglûya Stenbolê têkildarî danîna qeyûmê ser Navenda Koordînasyona Krîzê ya li Bazarcixa Mereşê civîna çapemeniyê li dar bixin. (12.00)