Nexweşxaneya Dewletê ya Heranê ya bandor ji erdhejê girtiye dê bê veguhastin 2023-02-15 21:40:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku dê nexweşxaneya dewletê ya li navçeya Heranê ya Rihayê ku bandor ji erdhejê girtiye, bê veguhastin.    Midûrê Tendurista Bajêr Prof. Dr. Mehmet Gulum, daxuyaniyeke nivîskî belav kir. Gulum diyar kir ku Nexweşxaneya Dewletê ya Heranê jî bandor ji erdhejên Mereşê girtiye. Gulum di daxuyaniya xwe de ragihand ku Midûriyeta Hawirdor, Bajarsazî û Avhewayê di nexweşxaneyê de xesar tespît kiriye û got ku biryar girtine ku nexweşxaneyê veguhêzînin navenda ciwanan û çandê ya Şaredariya Heranê.