Navenda Koordînasyona Krîzê ya Bazarcixê: Dewletê dawî li piştevaniyê anî 2023-02-15 20:46:20   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji Navenda Koordînasyona Krîzê ya Bazarcixê ku qeyûm tayinî wê hat kirin Koray Turkayê HDP'î, diyar kir ku dewlet alîkarî û piştevaniya ji bo mexdûrên erdhejê bi dawî kiriye û got: "Biryar girt ku yên nemirine, wan bi sermayê bikuje."    Li navçeya Bazarcixê ya Mereşê, qeymeqatiyê qeyûm tayinî Navenda Koordînasyonê ya Krîzê kir ku ji aliyê HDP'ê û komeleyên herêmê ve hatibû avakirin û ji bo mexdûrên erdhejê alîkarî berhev dikir. Piştî vê HDP'î û dilxwazan vê helwesta qeymeqamtiyê bi dirûşmeya "Qeyûm dikuje, piştevanî jiyan e" şermezar kirin û goti dê bi qeymeqamtiyê re nexebitin û ji depoyê derketin.    'EM JI BO GEL LI VIR BÛN'   i Navenda Koordînasyona Krîzê ya Bazarcixê ku qeyûm tayinî wê hat kirin Koray Turkayê HDP'î, diyar kir ku li Navenda Koordînasyona Krîzê 10 roj in têkoşîn û kedeke bêhempa hatiye dayîn û got: "Em ji bo kesên ku bi saxî ji erdhejê filitîn û pêdiviya wan bi alîkariyê heye li vir bûn. 10 roj in xebat bi awayekî pir bi dîsîplîn dewam kir. Me bi xebateke kolektîf alîakrî gihandin mexdûran. Lê dewletê îro ev piştevanî da sekinandin. Qeyûm hat tayinkirin. Qeymeqam tevî artêşa xwe ya çekdar hat û got qeyûm tayinî vir kirine."    'DEWLETÊ PIŞTEVANIYÊ DA SEKINANDIN'   Turkay dubare kir ku desthilat û qeymeqam piştevaniya ji bo mexdûrên erdhejê daye sekinandin û got: "Dewletê ev piştevanî bi dawî kir. Biryar girt ku yên nemirine, wan bi sermayê bikuje. Mecbûr em ê ji vir biçin. Em pir xemgîn in. Armanca me, em alîkariya gelê Mereşê bikin. Lê dewletê ev asteng kir. Heya em ji AKp-MHP'ê xelas nebin, dê ji bo tu kesî bi navê jiyanê tu tişt tune be."