Li Silêmaniyeyê Komploya 15’ê Sibatê hat protestokirin 2023-02-15 18:58:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Silêmaniyê bi pêşengtiya Tevgera Azadiyê, Komploya 15’ê Sibatê ya li ser Ocalan bi meşeke girseyî hat protestokirin.   Ji ber salavegera 24’an a Komploya Navdewletî ya 15’ê Sibata 1999’an a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li bajarê Silêmanî bi tevlîbûna nûnerên gelek partî û rêxistinan û xelkê Başûr bi pêşengtiya Tevgera Azadiyê meşeke protestoyî hat lidarxistin. Meş bi dirûşmeya ‘Êdî Bese ji sîstema tecrîdê ya li Girtîgeha Îmralî re, A niha azadî ji bo Birzê Abdullah Ocalan’ ji rêya Saholeke heta ber Parka Baxê Giştî dom kir. Di meşê de dirûşmên “Bijî berxwedana Îmraliyê”, “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin. Li ser navê Komîteya ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî’ ya Başûrê Kurdistanê çalakvanê siyasî Mihemed Bekir metna daxuyaniyê xwend.   Bekir bal kişand ser Komploya Navdewletî û got: “Komplo li dijî birêz Ocalan û tevgera azadî ya gelê Kurd nebû, li dijî hemû gelê Kurdistanê gelên Rojhilata Navîn bû. Armanca yekem a vê komployê tinekirina vîna gelên azadîxwaz bû, domandina siyaseta qirkirinê bû.”   Li ser berxwedana Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî Mihemed Bekir ev tişt anîn zimên: “Berxwedana birêz Ocalan û gelê kurd, Tevgera Azadiya Gelê Kurd, gava yekem a vê komployê pûç kir, di nava 24 salan de ji bo gehiştina azadî û mafê xwe têkoşîn kir. Di serî de Amerîka, welatên Ewropa, NATO û Tirkiye nesekinîn û ketin nava komployên nû, dest bi sîstema tecrîd, êşkeneyên fîzîkîn û ruhî kirin. Ji sala 2011 û vir ve rê nadin parêzer bibîne û 23 meh in hevdîtin ji bi tu awayî nayê kirin.”   Bekir qala CPT’yê û xemsariya wê ya li ser Îmralî û Ocalan kir û wiha domand: “Di demekê de divê CPT a saziya Konseya Eewopa ev êşkence û tecrîde qebûl nekira, li gel vê agahiyên serdana xwe ya li îmralî jî ne bi parêzer û malbat û aya giştî re jî par ve kir. Ev yek fikarê me zêdetir dike. CPT bi vê nêzîkatiya xwe ya ne exlaqî û yasayî bûye amûreke Tirkiye û dewletên NATO, dûr ketiye ji erk û berpirsyariyên xwe."   Bekir ev got: “Em komîte jiyan û rewşa birêz Ocalan erkê xwe yê esasî dibînin. Ew hêzên di komployê de cih girtin berpirsyarin ji vê rewşê. Abdullah Ocalan li derve û girtî ji bo azadî, destxistina mafê çarenûsa gelê kurd, çareserkirina pirsa kurd û bicihanîna demokrasîn û ewlehiyê têkoşîn dike. Ji bo wê divê êdî dawî li tecrîdê bê anîn û mafê wî yê hêvî bê dayîn.”   Piştre daxuyaniya Tevgera Azadiyê ji aliyê Hevserok Tara Husênê ve hat xwendin.   Di daxuyaniya li ser navê Tevgera Azadî hate dayîn de hate gotin ku komplo dikeve sala xwe ya 25’an û ev hat gotin: “Komplo her bi destpêkirina şoreşa azadiyê re destpê kir û her carê vala derçûye, qonaxeke nû ya komployê destpê kiriye. Di sala 1992’an de asta komployê giha astekî metirsîdar, ew jî kurd bi kurdan dana qetilkirine. Gava yekem a komploya mezin 9’ê Cotmeha destpê kir û sala 1999’an bi dîlgirtina Rêber Apo encam bû û radestî rejîma faşîst a tirk hate kirin.   Di nava 24 salên borî de Rêber Ocalan li Îmraliyê berxwedanek bê hempa û di dîrokê de nimûne neyî li ber xweda li dijî komployê. Her wiha Tevgera Azad, gelê kurd, jinan, ciwanan jî li ber xwe da. Bi dirûşma ‘Hûn nikarin Roja Me tarî bikin’ bûn xelekek ji agir û xwedî li Rêberê xwe derketin. Li ser vê fikir û felsefê berxwedan gihandine asta serketinê.   Gerîlayên Azadiya Kurdistanê jî di van 24 salan de bûn pêşengên berxwedanê destanên bê nimûne avakirin. Li serê çiyayên Kurdistanê li dijî faşîzma tirk li ber xwe didin û derbên mirinê li artêşa Tirk a dagirekr didin, hesabên dagirkeran serobin dike. Îro jî ew komplo dewam in, dixwazin gelê Kurd û Tevgera Azadiyê tine bikin. Ev yek jî li Îmralî dixwazin di şexsê Îmralî de vîna gelê kurd û şoreşgerî tine bikin. Her wiha dixwazin bi rêya dagirkirina Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî komployê bidomînin. Îro Rêber Apo, Tevgera Azadiya Kurd û gelê kurd ê welatparêz bi berxwedanê derbên mirinê li faşîzim, dagirkerî û faşîzmê dixin. Bûne yek jî aktorê serekî yê Rojhilata Navîn û cîhanê. Îro dagirkerî û faşîzim di dema xwe ya herî lewaz de ye, ber bi hilweşînê ve diçe. Ji bo wê ‘Dem dema azadiyê ye’, ‘Dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û gelên Kurdistanê ye’ êdî dema wê hatiye ku gelê kurd jî destkeftiyên xwe biparêzin, bibin xwedî cih û li herêmên xwe bi azad, serfiraz û rûmet bijîn. Êdî dema wê hatiye ku berhemê sedan sal ku bi têkoşîn û berxwedanê sîstema Konfederalîzma Demokratîk li Kurdistan û herêmê bê bicihanîn û di nava aştî, azadî û aramiyê de li gel gelên din bijîn. Em Tevger Azadî bal dikişînin ser wê yekê ku heta Rêber Apo azad nebe, pirsa kurd çareser dibe û ne Kurdistan azad dibe, ne jî Rojhilata Navîn aramn dibe û aştî pêk tê. Diyar dikin ku têkoşîna ji bo azadiya Ocalan û li dijî faşîzim, dagirkerî û komployê bi hev re tê kirin. Ji bo wê doza Birê Ocalan, doza gelê Kurd û Kurdistanê yek e û bi hev re tê çareserkirin.   Bang li hemû gelê xwe û taybet gelê Başûr dikin ku bi hev re bi ruhê netewî ya demokratîk, li dijî komplo, dagirkerî, faşîzim û tecrîdê têbikoşin, Rêber Apo azad bikin û Kurdistanê biparêzin.”   Di dewamê de daxuyaniyên RJAK, Hizba Komunîsta Kurdistanê (Hizba Şîu) û Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê hatin xwendin û çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.