Li Rihayê 4 kes ji ber avahiyên hilweşiyayî hatin girtin 2023-02-15 18:37:39   RIHA – Li Rihayê, 4 kes ji ber avahiyên ku di erdhejê de hilweşiyan hatin girtin.    Serdozgeriya Komarê ya Rihayê, di çarçoveya lêpirsîna der barê 253 avahiyên di erdhejê de xesar dîtin de, 10 kes binçav kiribûn. Piştî îfadeya li midûriyeta polîsan kesên binçavkirî sewqî Edliyeya Rihayê hatin kirin. Ji kesên sewqî edliyeyaê hatin kirin, dema binçavkirinê 5 kesan hat dirêjkirin. Piştî îfadeya li dozgeriyê jî 2 jê muteahîd 4 kes bi xwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.   Ji kesên sewqî dadgehê hatin kirin, 4 kes hatin girtin û kesek jî bi şertê kontrola edlî hat berdan.