Fiyetê kirêyan ji sedî sed biha bû 2023-02-15 17:49:42   AMED- Li Amedê piştî erdhejê fiyetê kirêya xaniyan biha bû. Li bajêr ne xanî bi dest mexdûrên erdhejê dikevin ne jî depoyek, ji bo ku eşyayên xwe têxinê.    Li Amedê piştî erdhejê fiyetê kirêyan ji sedî sed biha bû. Ji ber vê welatiyên ku xaniyên wan di erdhejê de xesar dîtine, cihekî mayîn peyde nakin. Li semta Ofîs ya navçeya Yenîşehîrê xwediyê Kelebek Emlakê Mehmet Dalbal, anî ziman ku di nava salê de dihat payin heqê kirêyan ji sedî 25 biha bibe, lê bi erdhejê re ji sedî sed biha bûye.    LI DÎCLE KENT Û XAÇERÊYA MAHABADÊ HEQÊ KIRÊ FIRIYA   Dalbal da zanîn ku bihabûna fiyetên kirê bi taybetî li Xaçerêya Mahabadê û semta Dîcle Ketê pir biha bûne û got: "Xaniyên ku beriya erdhejê li dor 5 hezaan bûn, niha bi 10 hezaran bi kirê tên dayîn. Diviyabû ji ber erdhejê fiyet erzan bibe, lê xwediyê xaniyan fiyet biha dikin û barê mirovan giran dikin. Berê mirov gava xanî kirê dikirin digotin bila paqij be, bila qatê wê hebin hwd. lê niha tenê cihekî ku lê bihêwirin dixwazin."    DEPO JÎ TUNE NE   Li semta Ofîsê xwediyê Denîz Emlakê jî got: "Gelek kesên ji ber erdhejê mexdûr bûne li xaniyan digerin. Niha xaniyên kirê tune ne. Depoyek vala jî bi dest mirovan nakeve, ji bo eşyayên xwe têxinê."