Ramazan Nazlier piştî 30 salan ji girtîgehê tehliye bû 2023-02-15 17:08:51   ÎZMÎR - Ramazan Nazlier ê 30 sal in girtî ye ji Girtîgeha Kiriklara Îzmîrê tehliye bû.    Ramazan Nazlier ku ji doza siyaseta kurd 30 sal bûn girtîbû, hat tehliyekirin. Nazlier ji Girtîgeha Kiriklara Îzmîrê ya Tîpa F’yê hat berdan. Nazlier di sala 1992’yan de li Amedê ji aliyê Dadgeha Ewlehiya Dewletê ve bi îdiaya “serweriya dewletê û yekitiya welat xera kiriye” hat girtin û cezayê meubedê lê hat birîn.    AZADIYA PIŞTÎ 30 SALAN    Nazlier heta niha li girtîgehên bajarên Amed, Dîlok, Erzirom, Çewlig, Kirikkale û Îzmîrê maye. Di van 30 salan de bi îşkenceyê re jî rûbirû maye û di qetlîama s24’ê îlona 1996’an de li Girtîgeha Amedê ya Tîpa E’yê pêk hatibû bi êrişê re rûbirû mabû. Demek dirêj ji ber vê êrişê hat tedawîkirin. Nazlier ê di 20 saliya xwe de hat girtin, di 50 saliya xwe de hat berdan.    Malbata Nazlier, rêveberên HDP’ê û EGE-TUHAYDER’ê pêşwaziya Nazlier kirin.    XEMGÎN E KU HEVALÊN XWE LI WIR HIŞTIYE    Nazlier ku ji girtîgehê derket axivî û wiha got: “Helbet bêhna azadiyê tê min. Helbet hestek xweş bi mirov re çêdibe. Lê belê gelek hevalên min li hefsê man. Ev yek min xemgîn dike. Ez bawerim wê hevalên me hemû bigihîjin azadiya xwe. Wê demê em ê kêfxweşiya nîşan bidin.”    BANGA PIŞTEVANIYÊ    Nazlier têkildarî erdheja çêbû jî xemgîniya xwe anî ziman û got: “Ji her demê bêtir pêdiviya me bi piştevaniyê heye. Pismamê min li Hatayê di bin xirbe de jiyana xwe ji dest da. Ev yek min gelek xemgîn kir.”