TOP: Dewlet bi tunekirina delîlan re mijûl e! 2023-02-15 16:52:49   SETNBOL -  Navenda Koordînasyona Krîz û Piştevaniyê ya Erdhejê ya TOP’ê da zanîn ku hêj niha jî kavilên li ser xebatên lêgerîn-rizgarkirinê nehatine destpêkirin hene û wiha got: “Dewlet, bi tunekirina delîlan ve mijûl e.”    Navenda Koordînasyona Krîz û Piştevaniyê ya Erdhejê ya Partiya Azadiya Civakî (TOP) têkildarî erdhejê li avahiya partiya xwe ya li Kadikoy a Stenbolê daxuyanî da.    'ÇO YÊ DEWLETÊ LI GEL HEJANDIN’    Bedevka Demê ya TOP’ê Perîhan Koca di daxuyaniyê de axivî û got ku dewlet di bin kavilan de ma ye û ev tişt anî ziman: “Lê belê di nava gel de piştevaniyeke mezin pêş ket. Îktîdar di rojên ewil de tune bû. Dema derketin holê jî weke karê ewil ço yê dewletê li gel hejandin, gef xwarin û çêr li gel kirin. Ji sala 2020’yan heta 2022’an 38 milyar dolar bacên erdhejê hatin komkirin. Lê em nizanin çi pê bûye! Komara Tirkiyeyê 14 caran ‘efûya îmarê’ derxistiye û ji van 8 jê di dema AKP’ê de bûn qanûn. Bi eşkereyî welêt veguherandin qada cînayetê.”   Koca, bal kişand ser pirgirêkên gel ên piştî erdhejê û wiha domand: “Li Armutluyê me li ser payarêyan cenaze dîtin. Ji bin kavilan deng dihat lê xebateke wan rizgar bikin tune bû.”  Berdevka Demê ya TOP’ê Juliana Gozen jî diyar kir ku dewlet hêj jî tev li xebatên lêgerînê nebûye û wiha bi dawî kir: “Hêj niha jî kavilên ku xebatên lêgerîn-rizgarkirinê li ser nehatine kirin hene. Deng bilind dibin. Hêj niha jî pêdiviya mirovan bi betaniye û konan heye. Baş e lê dewlet li ku ye? Tîmên lêgerîn-rizgarkirinê yên ji dehan welatan hatin bi rojan li balafirgehan hatin sekinandin û bi tunekirina delîlan mijûl bûn. Bi têrkirina îbana AFAD’ê mijûl bûn.”