DBP: Ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan helwesteke zelal nîşan bidin 2023-02-15 16:48:01   AMED - Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkildarî komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daxuyaniyek nivîskî belav kir û bang li gelê kurd û gelên Tirkiyeyê kir ku ji bo azadiya Ocalan helwestek zelal nîşan bidin.    Di ser komploya navdewletî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hat de 24 sal derbas bûn. Li dijî vê yekê gelek sazî û partiyên siyasî bertek nîşan didin û di nava tevgerekê de ne. Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî têkildarî komployê daxuyaniyek nivîskî parve kir. Di daxuyaniyê de komplo hat şermezarkirin.    Daxuyaniya DBP’ê wiha ye:   ‘AKP-MHP’Ê BERPIRSIYARIYA XWE BI CIH NEANÎ’   “Di 25’emîn salvegera komploya navnetewî de mixabin em bi bobelata erdhêjê re rû bi rû ne, destdilatiya AKP-MHP’ê weke mijarên din ên civaki di vê karesatê de  jî berpirsiyariya xwe bi cih neanî, li şûna ku birînan derman bike hewl dide ku alîkarî û piştgiriya saziyên sivîl û dilxwazan asteng bike. Da ku rê li ber bertekan bigire û li ser keda sazî û dilxwazan, xwe li heremên erdhêjê bide xûya kirin. Ev karesat careke din nîşanê me dide ku paradîgmaya birêz Ocalan a demokratik, ekolojik û azadiya jinê çiqas girîng e. Ev paradigmaya ku li Rojava ji bo gelên bindest bûye mînaka azadiyê, li Rojhilat bi dirûşmeya “jin, jiyan, azadî” bûye hêviya serkeftinê, di heman deme de jî sedema berdewamiya komploya navnetewî ye ku îro bi rêya tecrîdê pêk tê.     MAFÊN MIROVAN PAŞGUH DIKE   Netewe dewlet û hêzên hegemonîk ên weke NATO’yê ku di komployê de cih girtin û qaşo “pîvanên mafên mirovahiyê diyar dikin”,  ji bo berjewendiyên xwe biparêzin tu pîvanî nasnekirin. Îro helwesta saziya sivîl a navnetewî CPT’yê ya li dijî tecrîdê ya ku der barê rewşe birêz Ocalan de bêdeng dimîne, careke din nîşan dide ku ev sazî li gor berjewendiyên hêzên hegemonîk tevdigere û mafên mîrovan paşguh dike. Hêzên navnetewî jî bi destê AKP-MHP’ê û bi rêya tecrîdê hewl didin ku komplo serbikeve.   LI DIJÎ TECRÎDÊ HELWESTEKE ZELAL NÎŞAN BIDIN   Birêz Ocalan hem ji beriya komployê û piştî komployê bi rêya agirbestan hewl da ku rê li ber çareseriya pirsgirîka kurd veke. Lê ev hewldanên wî ji aliye hin hêzan ve bi rêya provakasyonan hate astengkirin. Ên ku piştgirî dan van hêzan em îro baş fehm dikin ku dixwazin bi rêya tecrîdê komployê berdewam bikin.    Em wek DBP careke din Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê şermezar dikin û bang li saziyên sivîl û mafên mirovan ên navnetewi, bi taybetî CPT’yê, dikin ku berpirsyariyên xwe yên sereke bi cih bînin. Banga me ya ji bo gelên Kurdistan û Tirkiyê, hêzên demokrasiyê jî ew e ku ji bo çareseriya demokratik a pirsigrêkên civakî, azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan, li dijî pergala tecrîdê helwesteke zelal nîşan bidin û têkoşîneke hevpar bimeşînin.”