Sancar serdana mexdûrên erdhejê kir 2023-02-15 16:28:42   AMED - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, parlamenter û rêveberên partiyê yên pê re mexdûrên erdhejê yên li Tesîsên Amedsporê û eywana sporê ya Dibistana Mevlana Xalît hatine bicihkirin, ziyaret kirin.    Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, endamê Komîsyona Têkiliyên Derve yê HDP'ê Hişyar Ozsoy, Hevseroka Amedê Gulîstan Atasoy, Parlamentera Êlih’ê Feleknas Ûca, Parlamenterê Dîlokê Mahmût Togrûl, Parlamentera Şirnexê Nûran Îmîr û rêveberên partiyê yên pê re, li Tesîsên Amedsporê yên navçeya Peyasê çûn serdana mexdûrên erdhejê. Şandeya ku şert û mercên li Tesîsên Amedsporê di cih de lêkolîn kir, hestên xwe yên hevgirtinê bi mexdûrên erdhejê re parve kir.    MÎNAKEKE XWEŞ A PIŞTEVANIYÊ    Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar ê li vir axaftineke kurt kir, diyar kir ku li her bajêr di nava piştevaniyê de ye û wiha got: “Em li gor rewşê û pêdiviyê tedbîr digirin, nîqaş dikin. Em bi hev re dixebitin. Pêdiviya gelê me çi be em ê bi cih bînin. Armanca me ya sereke ew e ku em bi awayekî herî xurt piştgiriyê bidin hev. Ev tabloya me li vir dît cihê keyfxweşiyê ye. Amedspor jî xizmeteke gelek baş dike. Li ser navê piştevaniyê tiştên gelek baş dike. Li gorî agahiyên ku min ji gelemperiyê Amedê girtin organîzasyoneke bilez a saziyên sivîl ên civakî çêbûye. Ode, rêxistinên ked û pîşeyî gelek bilez organize bûne pêdivî tespît kirine û pêşwazî kirine. Partiya me ji xwe li qadê ye. Amed mînake gelek girîng a piştevaniyê pêşkeş dike. Ez ji van hemû sazî, kes, dilxwazan re spasiyên xwe pêşkeş dikim.”   EM Ê BI HEV RE DERBAS BIKIN    Şandeya HDP’ê pişt re mexdûrên erdhejê yên li eywana sporê ya Dibistana Mevlana Xalit hatine bicihkirin ziyaret kirin. Şandeya li vir bi mexdûrên erdhejê re hevdîtin kir, anî ziman ku bi her tiştî re yek bi yek eleqe tê nîşandan. Şandeya ku peyama hevgirtinê da welatiyên ku ji erdhejê bi bandor bûne û diyar kir ku wê vê pêvajoyê bi hev re derbas bikin.    Şandeya HDP’ê dû re çû serdana şîna dayika Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) SalîHA Aydenîz a di 13’ê sibatê de jiyana xwe ji dest dayî. Şandeyê li Mala Şînê ya Gundê Sîsê ya Licê ji Aydemîr re sersaxî xwest, ji bo tev li bernameyên xwe yên din bibin ji vir rabûn û derketin.