Ranta ÎHH’ê ya erdhejê: Konteynirên bi 75 hezar lîreyan, bi 100 hezar lîreyan difiroşe 2023-02-15 16:26:04   ENQERE - ÎHH’ê da zanîn ku malên konteynir ên 21 metrekare ku dê li herêmên erdhejê bên danîn, bi 100 hezar lîreyan e. Lê belê derket holê ku bihayê konteynirên 21 metrekare di piyasayê de 75 hezar û 545 lîre ye.    Weqfa Alîkariya Însanî (ÎHH) piştî erdhejên navendên wan Bazarcix a Mereşê û Elbistanê, projeya “Taxa Konteyniran” da destpêkirin û dest bi ranta erdhejê kir. ÎHH’ê li ser medyaya civakî ragihand ku di çarçoveya projeyê de her konteynireke 21 metrekare dê bi 100 hezar lîreyan were firotin.   RANTA ÎHH’Ê YA ERDHEJÊ: JI BO KONTEYNIRAN JI SEDÎ 22 ZAM KIRIN    Malên konteynir ên 21 metrekare di piyasayê de 75 hezar û 545 lîre ne lê ÎHH’ê ji sedî 22,69 zam kir û fiyetê wan kir 100 hezar lîre.    HEWLDANA DESTESERKIRINA KONTEYNIRÊN HATINE ŞANDIN    Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, komên ÎHH’ê konteynirên ku bi mebesta alîkariyê ji herêmê re hatine şandin di ketina bajar de dan sekinandin û bi hinceta “Em bi hevkarî belav dikin” hewl dan konteyniran bibin depoyên xwe.