3 TIR’ên alîkariya pêdiviyên lezgînî li Dîlokê hatin desteserkirin 2023-02-15 15:35:07   DÎLOK - Polîsan li navçeya Islahiyeyê û Nûrdagiyê yên Dîlokê bi karesata erdhejê re rûbirû man, 3 TIR’ên alîkariyê desteser kirin. Endama Meclisa Jinan a HDP’ê Yasemîn Demîrkaya got îktidara ku xizmetê nekiriye alîkariya pêdiviyên lezgîn asteng dike.    Piştî erdhejên çêbûn Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Navenda Koordînasyona Krîzê ava kir û li herêmên erdhejê jî Maseyên Krîzê saz kir. Ji van maseyên krîzê 3 heb li Dîlok û navçeyên wê Nûrdagiyê û Islahiyeyê xebatên piştevanî û alîkariyê bi rê ve dibin. Duh 3 TIR’ên alîkariya pêdiviyên lezgîn ku ji Êlihê û Sêrtê hatin şandin ji aliyê polîs û tîmên AFAD’ê ve hat desteserkirin. Endama Meclisa Jinan a HDP’ê Yasemîn Demîrkaya ya di Navenda Koordînasyona Krîzê ya Maseya Dîlokê de cih digire, bertek nîşanî astengkirina alîkariyê da.    3 TIR’ÊN ALÎKARIYÊ HATIN DESTESERKIRIN    Demîrkaya da zanîn ku erdhej di roja 10’emîn de ye û ji roja ewil a erdhejê ve li Islahiye û Nûrdagiyê xebatên alîkarî û piştevaniyê dikin. Demîrkaya anî ziman ku dema wan xwe gihandiye navçeyên Nûrdagiyê û Islahiyeyê kes li wir tune bûye û mirovên di bin xirbeyan de hawara alîkariyê dikirin û kesî alîkariya wan nedikir. Demîrkaya diyar kir ku ji roja destpêkê ve ew alîkariya mirovî û piştevaniyê digihînin gundan û taxan û dixwazin birînên mexdûran bipêçin. Demîrkaya da zanîn ku wan alîkariya pêdiviyên xurek û cilan temam kiriye û pêdiviya herî zêde bi sobe, komir, êzing û konan heye û TIR’ên ku ji Êlihê û Sêrtê alîkariya sobe, komir, êzing û konan anîbûn Dîlokê hatin desteserkirin.    ‘EM Ê HER BI GELÊ XWE RE BIN’    Demîrkaya anî ziman ku xelkê navçeyan di rewşek zor de ye û wiha got: “Gelo alîkariya ku bi lezgînî pêdivî pê heye çiqas rast e ku were desteserkirin? Îktidara ku nikare xizmetê bike, nikare xwe bigihînin gel û nikare alîkariyê bike, alîkariya me asteng dike. Niha jî alîkariya ku gelê me berhev dike, asteng dikin. Xebatên me û alîkariya em digihînin gel, asteng dikin. Em ê her alîkarî û piştevanê gelê xwe bin. Tevî hemû astengiyan jî em bi gelê xwe re ne.    MA / Mujdat Can