Komploya 15’ê Sibatê li Wanê hate protestokirin 2023-02-15 15:12:35   WAN - Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên Wanê dan zanîn ku bi Komploya Navneteweyî ya l i dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re gel bêçareserî hatine hiştin û xwestin ku di zûtirin demê de pergala tecrîdê ya Îmraliyê were bidawîkirin.    Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên Wanê bi boneya 24’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibata ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li pêşiya avahiya HD’ê daxuyanî dan. Rêveberên HDP’ê, DBP’ê û Partiya Çep a Kesk, aktîvîstên TJA’yê, endamên Meclisên Dayikên Aştiyê, Meclisa Ciwanan a HDP’ê, TUHAY-DER, MEBYA-DER, SERHAT-GOÇDER, ARSÎSA û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em 15’ê Sibatê şermezar dikin” hatibû vekirin û daxuyanî ji hêla Hevserokê DBP’a Rêya Armûşê Îdrîs Polat ve hate xwendin.    KOMPLO   Îdrîs Polat da zanîn ku Komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê PKK’ê hatiye kirin, planeke berfireh e ku jiyana hevpar a gelan hedef hatiye girtin û wiha got: “Sedema sereke ya tevahiya krîzên îro, bingeha xwe ji vê komployê digirin. Bi komployê re dixwazin gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn bêçareserî bihêlin. Komploya ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji hêla hêzên emperyalîst ve hatiye destpêkirin ku di 15’ê Sibata 1999’an de derket lûtkeyê, di heman demê de gava ewil a destwerdana hêzên emperyal a li dijî Rojhilata Navîn e. Birêz Ocalan, daxwaza jiyana hevpar û wekhev a gelên Rojhilata Navîn dikir û hemû hêzên ku di derxistina wî ya ji Sûriyeyê de rol lîstin, ji wê rojê ve bi awayekî fîzîkî li wê herêmê bicih bûn û Rojhilata Navîn veguherandin dojehê. Bi vê hewldana ku pranga xist daxwazên azadî û wekheviyê yên gelan re herî zêde gel, bawerî û çandên mazlum ên Rojhilata Navîn winda kirin.”   ‘GARDIYAN’   Bi domdarî Polat diyar kir ku di komploya navneteweyî ya li dijî Ocalan de rola “gardiyaniyê” li Tirkiyeyê hatiye barkirin û wiha pê de çû: “Nifteya çareseriya pirsgirêka kurd, dîl hate girtin. Birêz Ocalan hêj ji roja destpêkê ve ev lîstik dît û tevî bêderfetiyên xwe jî ji bo valaderxistina wê, têkoşîneke bêeman da. Ji bo ku birêz Ocalan li dijî komployê tênekoşe û di mijara lîstikan de gelan hişyar neke, ji 15’ê Sibatê heta niha polîtîkaya tecrîdê dimeşînin ku berdewamiya komployê ye. Ev tecrîda mutleq ku 23 meh in bênavber tê domandin, hemleyên êrişên li dijî tevahiya qadên gelê kurd lê dijîn, dijminatiya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku gel lê bi awayekî wekhev û azad dijîn, hemleyên berdewamî û nûjenkirina komployê ne. Tecrîd, zextekî navneteweyî ye ku li dijî çareseriyê hatiye pêşxistin. AKP, vê polîtîkayê li ser navê hêzên komploger dimeşîne û bi dilxwazî kûrtir dike.”    ‘SEDEMA KRÎZÊ TECRÎD E’   Polat, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hiqûq, qanûn, Makeqanûnû hemû rêgezên gerdûnî li Girtîgeha Îmraliyê tên binpêkirin. Tu aliyekî hiqûqî, exlaqî û wijdanî yê rejîma tecrîda Îmraliyê nîne. Ev rewşa bêhiqûqî û bêedaletiyê, ne ji bo Birêz Ocalan lê ji bo hemû civakan xetereyeke mezin e. Krîza aborî ya ku em îro dijîn û bêçaretiya li hemberî erdhejê, encamên tecrîd û pergala li Îmraliyê ne. Heta ku vegera polîtîkaya aştiyê çênebe, dê nekarin ji krîzê derkevin. Ji bo ku çavkaniyên welêt ji bo aştî û aramiyê bên xerckirin, şertê ewil, bidawîkirina pergala tecrîdê ye. Pergala tecrîdê ku bandor li hemû qadên jiyanê yên civakê kiriye, çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane hedef girtiye û armanca wê ew e ku Tirkiyeyê mehkûmî tarîtiyê bikin. Bêedaletî û bêhiqûqiyê sînorên Girava Îmraliyê derbas kirin û veguherîn pêla bêdengkirina muxalefetê, rejîma qeyûm û êrişên li dijî daxwazên jiyana însanî ya xizan û kedkaran. Ji vê hêlê ve Tirkiye veguheriye rejîma tecrîd û qeyûman.    DENGÊ GEL Ê LI DIJÎ TECRÎDÊ   Ji girtîgehan heta mal û kolanan, dengê gel ê li dijî tecrîdê bilind dibe. Ev deng, li dijî bêedaletî û bêhiqûqiyê ye. Banga girtiyên siyasî banga azadiyê ye, banga heq û edaletê ye. Guhdarîkirina vî dengî, berpirsyartiyeke wijdanî û exlaqî ye. Birêz Ocalan ji bo tifaqa dîrokî û stratejîk a gelên Tirkiye û herêmê 24 salan têkoşîneke gelek mezin da û nerazîbûna li dijî tecrîdê, têkoşîna li dijî wê, di heman demê de têkoşîna ji bo rizgarkirina Tirkiyeyê ya ji krîzan e.”