Hema kesê alîkarî dike bila kurd nebe… 2023-02-15 14:13:41   SEMSÛR - Li Semsûra ku hêj mirov di bin kavilan de ne û pêdiviya konan nayê pêşwazîkirin, destûr nayê dayîn ku makîneyên kar û konên ji Herêma Kurdistanê tên, bên bikaranîn.    Gelek welatên piştî erdhejê seferber bûn ji herêma erdhejê re hem hêza mirovan, hem malzemeyên teknîkî û hem jî alîkariya pere û aynî kirin. Li Herêma Kurdistana Federe jî Weqfa Barzanî gelek malzeme şandin herêma erdhejê. Ewilî 17 TIR’ên alîkariyê ku maşîneyên kar, kon û erzak tê de li Deriyê Sînor ê Xabûrê hate rawestandin. Pişt re li kampusa zanîngehê ya Semsûrê hatine sekinandin.   ALÎKARÎ TÊN SEKINANDIN    Têkildarî alîkariyên ku tevî hevdîtinên parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hêj jî nehatine belavkirin û sekinandina maşîneyên kar ên li ser kavilan nayên xebitandin tu daxuyanî nehatin dayîn. Serokwezîrê Rêveberiya Herêmî ya Kurdistana Federe Nêçîrvan Barzanî yê duh hate Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê jî têkildarî mijarê daxuyanî neda.    Di dîmenên ku duh hatin kişandin de hate dîtin klu 17 TIR tên sekinandin. Parlamenterê HDP’ê yê Mêrsînê Ridvan Tûran ê têkildarî mijarê axivî: “Me maşîneyên kar hatin bikaranîn ne jî pêdiviyên li wir dan gel. Me gelek caran hewl da ku qet nebe bila kon bên dayîn. Lê li gorî em hînbûn ji hevdîtinên ku rayedarên parlamentoya Kurdistanê bi Bekîr Bozdag re kirine jî tu encam derneketine. Hatiye gotin ku alîkarî nikarin bên bikaranîn.”   NETEWPERESTÎ KETE DEWRÊ    Tûran, da zanîn ku ji roja ewil ve pêdiviyan konan heye, kon jî di TIR’ên alîkariyê de tên rawestandin û wiha got: “Têkildarî alîkariyên Weqfa Barzanî beşeke netewperestan dibêjin ‘Dewleta tirk dewleteke bihêz e. Ma hewcehî bi alîkariya Barzanî heye’.”   ‘NE EXLAKÎ NE JÎ MIROVÎ YE’   Tûran, bi lêv kir ku astengkirina alîkariyan ne exlakî û ne jî mirovî ye û ev tişt gotin: “Ew hesab dikin ku wê dema desthilata xwe çawa dirêj bikin. Ji ber wê yekê dest bi nîqaşên hilbijartinê kirin. Li aliyê din jî dibêjin ‘ma di rewşeke wiha de hilbijartin dê bê axaftin’ li aliyê din jî dixwazin desthilata xwe bidomînin.”   MA / Ahmet Kanbal - Omer Akin