Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên protestokirina 15’ê Sibatê 2023-02-15 13:52:36   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê, li 9 herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma “Em ê têkoşîna gelan pergala Îmraliyê hilweşînin” meş tên lidarxistin.    Bi boneya 24’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li 9 navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma “Em ê bi têkoşîna gelan pergala Îmraliyê hilweşînin” meş hatin lidarxistin. Di vê çarçoveyê de li Kantona Qamişlo, Girkê Legê, Dêrik, Kantona Hesekê, Dirbêsiyê, Kantona Kobanê, Tebqa, Reqa û Kantona Şehbayê bi hezaran kes daketin qadan. Bi dehhezaran kesên li Herêma Cizîrê daketin qadan gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana Îmraliyê”, “Na ji tecrîdê re” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin.    Li navendên ku meş lê hatine kirin esnafan derabeyên dikanên xwe venekirin û tê payîn ku piştî meşan daxuyanî bên dayîn.