Şaredariya Îzmîrê dê 20 hezar çewal êm bişîne herêmên erdhejê 2023-02-15 13:21:41   ÎZMÎR - Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê ji bo sewalên li herêmên erdhejê dê 20 hezar çewal êm bişîne.    Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê di civîna xwe ya meha sibatê de rewşa herêmên erdhejê jî nîqaş kir. Şaredariyê di civîna meclisa xwe de biryar da ku ew ê piştevaniyê bidin welatiyên ku bi karûbarên sewalkariyê re mijûl dibin. Meclisa şaredariyê bi piraniya dengan vê piştevaniya ji bo mexdûrên erdhejê qebûl kir û biryar hat dayîn ku wê 20 hezar çewal êmê sewalan bişînin bajarên Edene, Osmaniye, Kilîs, Hatay, Dîlok, Semsûr, Mereş, Meletî, Riha û Amedê. Serokatiya Daîreya Xizmetên Çandiniyê piştî ku kirîna êm temam bike dê bi lezgînî êm bişîne herêmên erdhejê.