Divê xebatên rakirina kavilan di kîjan mercan de bên kirin? 2023-02-15 13:11:45 ÎZMÎR - Sekreterê ÎKK’a TMMOB a Îzmîrê Aykut Akdemîr bertek nîşanî bikaranîna makîneyên kar ên mezin a di rakirina kavilan de da û wiha got: “Divê di dema lêgerînan de ekîpment û kamerayên termalê yên deng dibihîsin bên bikaranîn. Piştre dikarin dets bi xebatên rakirina kavilan bikin.”    Li gel ku hêj jî li herêmên erdhejê bi hezaran kes di bin kavilan de ne, xebatên rakirina kavilan hatin destpêkirin. Sekreterê Koordînasyona Bajar (ÎKK) ê Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan (TMMOB) ê Îzmîrê Aykut Akdemîr bertek nîşanî xebatên rakirina kavilan da û yek bi yek vegot bê ka divê ev xebat çawa bên kirin.    BÊBERPIRSYARTIYA AFAD’Ê   Akdemîr got ku bi hilweşînê re diyar bû ku Tirkiye ji bo erdhejan amade nîne û ev tişt anî ziman: “Diviya bû di dema karesatê de saziyan xwe birêxistin bikira. Lê mixabin sazî girêdayî AFAD’ê kirin. Ji bo mudaxelekirina karesatên xwezayî kesek xwe li benda fermanê nagire. Divê ev tevek ji berê ve hatibin plankirin. Kesên di qada xwe de pispor neşandin herêmên erdhejê. Asta erdhejê 12-13 saet piştre hatin hîskirin. Kesên diviyabûn tavilê destwerdanê bikin, li balafirgehan hatin sekinandin. AFAD’ê berpirsyartiya xwe bi cih ne anî û 48 saetan piştre mudaxele kir.”   'DIVÊ KAMERAYÊN TERMAL BÊN BICIHKIRIN’   Akdemîr, da zanîn ku xebatên rakirina kavilan bi du aliyan ve tên kirin û wiha got: “Yek ji van divê aliyê teknîkî bên hesabkirin û ya din jî aliyê mirovî bê hesabkirin. Divê di navbera van de hevsengiyek hebe. Mirov li ser kavilan li benda xizmên xwe ne. Kesek nikare ji wan re bibêje ‘bêhêvî bin.’ Divê di dema xebatan de ekîbmanên ku deng tespît dikin û kamerayên termal bên bicihkirin. Piştî van xebatan dikare xebatên rakirina kavilan bên destpêkirin. Heta roja 8’an jî hinek kavilên hêj xebat li ser nehatine kirin hene. Hevalên me li qadê ne û hewcehî bi kamerayên termalê hene. Lê AFAD dibêje; ‘di vî avahî de tu kes nîne.’ Ji kesên ser kavilan disekinin re dibêjin ‘em van kavilan radikin, ji wir herin.’ Li wir hêj jî mirov hene û divê xebat bên kirin piştre dest pê bikin. Her wiha bi makîneyên kar re kavil nayên rakirin. Li wir hêj jî mirov hene. Dibe ku miribin lê divê mirov ji bo cenazeyên wan rêz bigire. Divê ew cenaze yek parçe bên derxistin. Divê cenaze bikontrol bên derxistin.”   'DIVÊ KAVIL BÊN QEYDKIRIN’   Herî dawî jî Akdemîr wiha got: “Bi rakirina kavilan re hewl didin gelek binpêkirinên mafan veşêrin. Dema avahî hildiweşe, gelek parametreyên hilweşîna wî hene. Beton tenê yek ji wan e. Divê kavil bên qeydkirin. Bi vî awayî rakirina kavilan, tiştekî rast nîne. Pêvajoya rakirina kavilan, pêvajoyeke zehmet e û peywendiyên me bi Baroya Îzmîrê re hene. Gelek binpêkirinên mafan ên giran tên kirin. Me êdî daye ser nirxên însanî. Rewşa cenazeyên li wir û êşên xizmên wan berçav e lê em neçar dimînin ku pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin.”    MA / Delal Akyuz