Dewlet 4 roj şûnve çûye hawarê: Qerisîn û canê xwe ji dest dan 2023-02-15 10:48:27   MEREŞ - Alî Guzel ê li gundê Koppan/Sêvreşanê ku 7 xizmên wî di bin xirbeyan de jiyana xwe ji dest dan diyar kir ku yên di bin xirbe de man ji sermayê jiyana xwe ji dest danû dewlet 4 roj şûnve bi hawara ve çûye.    Di erdhejê de navçeya Nûrheqê ya Mereşê jî beşek mezin a navçeyê rûxiyaye. Tê gotin herî kêm 300 kesî li navçeyê canê xwe ji dest daye û bi hezaran kes birîndar bûne. Ji ber rûxandinê ango karesatê hema bêje kes li taxên Nûrheqê nemane. Hê jî pirsgirêkên hêwirînê û germkirinê nehatine çareserkirin û hê jî xebatên rakirina xirbeyan berdewam dike. Li konên ku hatine vedan jî jiyan ji bo mexdûran gelek zehmet e.    DERENG MUDAXILE HATIYE KIRIN    Yek ji gundên Nûrheqê ku tesîra erdhejê lê bûye jî gundê Koppan/Sêvreşan e. Li gund ji 20 kesan zêdetir mirov canê xwe ji dest dane. Gundî dibêjin ku dewletê piştî 4 rojan bi hawara wan ve çûye û ji bin avahiya malbatekê 7 kes canê xwe ji dest dane û du kes jî birîndar derxistine. Malbatan diyar kir ku piştî erdhej çêbû mudaxileya ji bo gundên wan gelek dereng hatiye kirin û yên di bin xirbeyan de mabûn ji ber sermayê qerisîne û jiyana xwe ji dest dane.    'DEWLET PIŞTÎ 4 ROJAN HAT GUND’    Alî Guzel ê ji gund ku bûye şahidiyê êşek mezin diyar kir ku piştî 4 rojan wî cenazeyê bavê xwe ji bin xirbe derxistiye û bi tena serê xwe bi rojan têkoşiyaye. Guzel got wî jinbir û biraziyê xwe rizgar kiriye û di avahiya wan de 7 kesan di bin kavilan de canê xwe ji dest dan. Guzel anî ziman ku piştî 4 rojan dewlet bi hawara ve ç3uye û heta ku dewlet çûye cenazeyên xwe û birîndarên xwe ji bin xirbeyan derxistine. Guzel da zanîn ku heke mudaxileyek lezgîn bihata kirin dê gelek kes bihatana rizgarkirin û ji ber derengmayîna dewletê 7 xizmên wî canê xwej i dest dane. Guzel got bi destên xwe cenazeyê bavê xwe û birayê xwe derxistiye û tu birîn li ser laşe birayê wî nebûye û ji serma miriye. Guzel got ev yek di encama xemsariya rayedaran de pêk hatiye.    SÊ ROJ ŞÛNVE JI BIN XIRBE HAT DERXISTIN    Hanîfe Guzel jî anî ziman ku sê roj şûnve ji bin xirbeyê avahiyê hatiye derxistin û çend roj ew li nexweşaneyê hatiye tedawîkirin û piştre ji nexweşxaneyê derketiye. Guzel diyar kir ku heke di dema xwe de mudaxileyî xirbeyên li gund bihata kirin dê hevjînê wê û xizmên wê din jiyana xwe ji dest nedana.    MUDAXILEKIRINA ZÛ    Elîf Guzel jî da zanîn ku bavê wê jiyana xwe ji dest daye, behsa kêliya erdhejê kir û destnîşan kir ku heke zû mudaxile bihata kirin dê hemû kes bihatana rizgarkirin.    ÊŞA GIRAN    Selma Çîçek jî diyar kir ku keça wê, zavayê wê û sê neviyên wê canê xwe ji dest dane û ji ber rê girtîbûn nikaribûn biçin hawarê û ew ê tu demê vê êşê ji bîra neke.    Malbat ji hundirê konek biçûk de şîna xwe daniye.    MA / Adnan Bîlen