Xetereya ku li benda zarokên mexdûrên erdhejê ne 2023-02-15 09:05:56   STENBOL - Serokê Şaxa Komeleya SHUDER’ê Îkram Dogan ê xwest ji bo zarokan yekeyên xizmeta civakî yên li nexweşxaneyan bên xurtkirin, anî ziman ku divê zarokên ji erdhejê bandor bûne divê bilez ji malbatên parêzvan re neyê dayîn.    Di 6’ê sibatê de li Mereşê du erdhejên dijwar çêbûn û bandor  li 10 bajaran kir. Piştî erdhejan bi 10 hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dan û sed hezaran kes jî birîndar bûn. Erdheja dijwar herî zêde bandor li zarokan kir. Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatê ku têkildarî zarokên ji erdhejê bi bandor bûn û bê dê û bav man daxuyanî da, da zanîn ku nagihin malbatên 448 zarokan. Tedawiya hin zarokan li nexweşxaneyê berdewam dike û hin zarok jî ji saziyên di bin banê dewletê re hatin şandin. Serokê Komeleya Pisporên Xizmetên Civakî (SHUDER) Îkram Dogan, anî ziman ku divê pisporên xizmetên civakî bi zarokên ji bin kavilan tên derxistin re bin.    DIVÊ LI HERÊMÊ PISPORÊN XIZMETÊN CIVAKÎ HEBIN    Dogan, bi lêv kir ku piştî erdheja çêbûyî têkildarî zarokan gelek agahiyên nerast derketin holê û da zanîn ku bi sedan zarok ên ji erhejê bi bandor bûn û negihiştine malbatên xwe û ji Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatê re hatine şandin. Dogan, bi bîr xist ku di dema erdhejê de têkildarî zarokan mewzûatek heye û wiha got: “Divê li cem tîmên ku zarokan ji bin kavilan derdixînin pisporekî  xizmetên civakî hebe. Ji ber ku em nizanin zarok dê ji bin kavil çawa derkeve. Divê bi awayekî bitendurist û bêyî ku zarok travmatize bikin mudaxile bê kirin. Ji ber vê yekê em dibêjin ku divê pisporên xizmetên civakî piştî erdhejê bi tîmên medikal re li herêma erdhejê bin. Lê mixabin ji ber şert û mercan ev yek pêk nayê. Em weke ji vê yekê re çareserî vê pêşniyar dikin; Zarokan di her rewşê de dibin nexweşxaneyan, ji ber vê yekê yekeyên xizmeta civakî bê xurtkirin.”   PÊVAJOYA ZAROKÊN MEXDÛRÊN ERDHEJÊ   Dogan, anî ziman ku zarokên ku ji bin kavilan tên derxistin divê bi hûrgilî bên qeydkirin û destnîşan kir ku divê pişt re zarok ji aliyê pisporê xizmetên civakî ve bê dîtin û dermankirin. Dogan, qala pêvajoya zarokên ku ji bin kavilan tên derxistin kir û wiha pê de çû: “Piştî ku dermankirina zarok bi dawî bû heke yek ji malbatê xwe negihîne zarok, zarokî têxin bin parastina Wezareta Xizmetên Malbat û Civakî.”   ‘DIVÊ NEDIN MALBATÊN PARAZVAN’    Dogan, diyar kir ku ne rast e zarokên ji ber erdhejê travmatîze bûne bidin malbatên parazvan û ev tişt gotin: “Ji ber ku şandina zarokekî travmatize bûyî, ya ji malbateke ku agahiya wê ya profesyonel nîne re ne rast e. Ji ber wê yekê mayîna wî ya bi hevalên wî re û pêkhatina tedawiya wî ya rehabîlîtasyonê guncavtir e. Di rewşa asayî de prosedureke zarokên tên parastin heye. Li gorî wê prosedurê zarokên di erdhejê de bê dê û bav û bêrefakat mane girêdayî heman prosedurê ne. Zarokên penaber an jî di nava vê de ne.”   GIRÎNGIYA ZAROKÊN PENABERAN   Dogan, bi bîr xist ku li herêmên erdhejê zarokên penaberan jî hene, rewşa zarokên penaber gelek taybet e û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Ji ber ku zarokên penaberan bilez nagihin malbatên xwe û ji hin xizmetan sûdê nagirin. Ji ber vê yekê ew zarok tevî malbatê sûdê ji wan xizmetan nagirin. Belkî jî alîyekî wisa heye ku ev ekîbên piştgirîya psîko-sosyal bi lez radest bikin. Ew bi lez dikarin wan zarokan nas bikin û hewl bidin ku sûdê ji heman hawîrdorê, heman çalakî û xizmetên zarokên din wergirin. Ji ber vê yekê rewşa zarokên penaber girîng e. Misogerkirina vegera wan a jiyana normal di zûtirîn dem de divê bi rêya Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî bê kirin.”