Ev 7 sal in nikare li wêneyê kurê xwe yê ku hatiye qetilkirin binêre 2023-02-15 09:02:34   ŞIRNEX - Şîrîn Ecer a ku di qedexeyên derketina derve ya Hezexê de kurê wê û di qedexeyên Cizîrê de jî 2 biraziyên wê jiyana xwe ji dest dan got: “Ez hîç nikarim wêneyê kurê xwe binêrim. Ev 7 sal in min li wêneyî wî mêze nekiriye. Hê jî baweriya min bi edaletê tê.”    Di sala 2015’an de li gelek navçe û bajarên bakurê Kurdistanê rêveberiyên xweser hatibûn ragihandin. Bi vê yekê re dewletê bi awayekî tund li dijî navçe û bajaran dest bi werdanê kir û êrişên gelek dijwar pêk anîbû. Yek ji van navendên ku êrişên dijwar lê pêk hatibûn navçeya Hezexê ya Şirnexê bû. Di 16’ê sibata 2016’an de li navçeyê qedexeya derketina derve hatibû ragihandin û bi top û tangan êrişî bajar hatibû kirin. Di van êrişan de zarok jî di nav de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest da. Bi ser qedexeya derketina derve ya Hezexê re 7 sal derbas bûn, lê malbatên kesên canê xwe ji dest dane ne êşa wan kêm bûye ne jî ji daxwaza wan edaletê bicih hatiye.    Yek ji  kesên ku di qedexeya derketina derve de hatibû qetilkirin jî ciwanê bi navê Cabbar Ecer ê 20 salî bû. Ecer ê li ser caddeya Turkuaz a Hezexê di encama hedef nişandinê de birîndar dibe û 10 seatan birîndar dimîne. Ji ber ku nabin nexweşxaneyê ji ber zêde , wîn jê diçe jiyana xwe ji dest dide. Dayika wî Şîrîn Ecer 7 sal in li benda edaletê ye û dixwaze kujerên kurê wê werin dîtin û darizandin.    Tenê ne lawê Şîrîn Ecer her wiha biraziyên wê Firat Çagli (18) û Harîn Çagli (4) li navçeya Cizîrê hedef tên nîşandan û jiyana xwe ji dest didin. Ecer ev 7 sal in ji bo ku kurê wê neyê bîra wê, li wêneyê wî nanihêre. Ecer ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û daxwaza edaletê kir.    'QANÛNA DEWLETÊ NEBÛ'   Ecer anî ziman ku dewlete ku bêqanûn be dikare her tiştekî bike û wiha axivî: "Ji ber ku dewleteke bêqanûn bû, kî biketa ber wan dikuştin. Malên me şewitandin, zarokên me kuştin. Şer bû, ferman bû. Şevê heta serê sibehê navçe dihat bombebarankirin. Zarokên me tirsandin û zarokan nedikarî biaxivin. Derûniya zarokên me hemûyan xerab kirin. Heta serê sibehê xew nediket çavê zarokên me. Ma qanûna wan hebû? Ev 7 sal li ser qedexeyan derbas bû hê kujerên zarokên me negirtine. Kujerên zarokên me nagirin. Zarokên 15, 17 û 18 salî kuştin û kujerên wan nagirin. Em kurd in. Ma ew qet kujerê kurdan digrin? "   EV 7 SAL IN NIKARE LI WÊNEYÊ KURÊ XWE BINÊRE   Ecer bi lêv kir ku kurê wê bi zanebûn terkî mirinê kirin û wiha domand: "Kurê min miroveke gelek fedekar bû. Ruhê wî bi hevalên wî re bû. Hingê baş bû ez nikarim qala wî bikim. Ez çawa bêriya kurê xwe nakim? Kurê min ezîzê min bû. Di nav zarokên min herî zêde ji wî hez dikir. Kezeb hemû yeke, lê ew cuda bû. Ez hîç nikarim li wêneyê wî binêrim. Ev 7 sal in min li wêneyî wî mêze nekiriye. Ez naxwazim ku kezeba tu dayikan bişewite. Kurê min hedef hat nişandin û birîndar kirin. Kurê min 10 seatan birîndar maye. Ji ber ku nebirin nexweşxaneyê gelek xwîn winda kir û jiyana xwe ji dest daye. Dikaribûn ku rizgar bikirina lê nebirin nexweşxaneyê ye.”   BAWERIYA XWE JI EDALETÊ QUT NEKIRIYE    Ecer daxwaza edeletê kir û got: "Hêviya me ji edeletê heye ku kujerên zarokên me bibînin. Em edeletê dixwazin. Em şer naxwazin, em aştiyê dixwazin. Weke her netewekî, gelekî mafê me jî heye. Em naxwazin yek kesek jî bê kuştin. Em dibêjin aşitî, em dibêjin bila aştiyek bikeve nava cihanê de."   MA / Zeynep Durgut