Ji girtîgehê peyama erdhejê: Serê gelên Kurdistan û Tirkiyeyê sax be 2023-02-14 21:06:26   MELETÎ – Girtiyên di girtîgeha Kayseriyê de, ji bo kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane peyama sersaxiyê ragihandin.    Girtiyên di Girtîgeha Bunyan a Kayseriyê de, ji bo kesên di erdheja Mereşê de jiyana xwe ji dest dan, peyama sersaxiyê ragihandin. Girtiyên ku di erdhejê de xizmênw an jî jiyana xwe ji dest dane, bi rêya telefonê peyama "Bila serê gelên Kurdistan û Tirkiyeyê sax be, derbasî be" rê kirin û bal kişandin ser piştevaniyê.