Li Osmaniyeyê dest bi xerakirina 200 avahiyên zêde bixesar hat kirin 2023-02-14 20:26:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Osmaniyeyê ku bandoreke mezin ji erdhejê girt, dest bi xerakirina 200 avahiyên xesardîtî hat kirin.    Li Osmaniyeyê ku bandoreke mezin ji erdhejên Mereşê girt, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li nav kavilên 268 avahiyên hilweşiyayî bi dawî bûn. Hat daxuyandin ku li bajêr 976 kesan jiyana xwe ji dest daye û 2 hezar û 590 kes jî birîndar bûne. Li bajêr di xebatên tespîtkirina avahiyên xesardîtî de, 18 hezar û 983 avahî hatin kontrolkirin. Hat diyarkirin ku ji van avahiyan 11 hezar û 316 jê bêxesar û 4 hezar û 843 kêmxesar û 200 bîna jî demildest divê bên xerakirin. Bi makîneyên karî dest bi xerakirina avahiyên pirxesardîtî hat kirin.