Koordînasyona li Şirnexê banga piştevaniyê kir 2023-02-14 15:55:21   ŞIRNEX - Koordînasyona ku ji partiyen siyasî û rêxistinên sivîl pêk tê, banga piştevaniyê û alîkariyê ji bo mexdûrên erdhejê kir.    Seferberiya alîkariyê û piştevaniyê ku ji bo mexdûrên erdhejê hatiye destpêkirin bênavber dewam dikin. Li herêma Şirnexê di çarçoveya kampanyayê de heta niha bi dehan TIR’ên ku ji pêdiviyan û xurekan pêk tê ber bi herêmên erdhêjê ve hatin şandin. Li herêmê kampanyaya alikariyê ya ku ji aliyê koordînasyona rêxistinên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ve hatiye destpêkirin berdewam dike û berfirehtir dibe. Koordînasyonê li avahiya DÎSK’ê bi beşdariya nûnerên saziyan civîna çapemeniyê li dar xist.    Hevserokê Şaxa Genel Îşê ya Şirnexê Ayhan Ergen diyar kir ku niha jî pêwistî bi piştrvaniya ji bo malbatên ku tên herêmê heye û got: “Alîkarî niha dest pê dike. Malbatên ji herêmên erdhêjê tên bajarê me. Pêdiviya me bi erzaq û alîkariya we ya madî û manewî heye. Hevgirtin li pêş dikeve.”   ‘ROJ ROJA XWEDÎ DERKETINÊ YE’   Piştre Hevseroka Genel Îşê Siyajîn Buruntekîn axivî. Buruntekîn jî ev bang li xelkê herêma Botanê kir: “Weke ku hûn dizanin erdhejeke mezin çêbû. Em hemû hevxemên vê êşê ne. Roj roja xwedî derketinê ye. Ji îro pê ve barê herî giran dikeve li ser milê me. Ji ber wê jî ji vir û şûnde divê ku em hê bêtir xwedî derbikevin û piştevaniyê mezin bikin.”