Sancar serdana mexdûrên erdhejê kir: Em ê hemû bi hev re birînên xwe bipêçin 2023-02-14 15:39:12   MELETÎ - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar li Meletiyê bi mexdûrên erdhejê re civiya û got: “Em ê birînên xwe bi hev re bipêçin. Yê îktidarê jî planên wê cuda hene.”    Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û şandeya pê re li Meletiyê bi mexdûrên erdhejê re hat gel hev. Sancar li ber kavilên ku hê jî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê re lê didomin serdana welatiyan kir û sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re xwest û şîfa xêrê ji birîndaran re xwest.    Sancar ewilî çû taxa Çavûşoglûyê û derbarê xebatên lêgerînê û rizgarkirinê de agahî girtin. Di vê kêliyê de tîmên rizgarkirinê cenazeyek ji bin xirbeyekî derxistin. Lê rojnamevanên ku xwestin dîmen û wêne bigirin, ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.    MEXDÛRÊN ERDHEJÊ: ŞAREDAR JÎ NEHAT VIR    Sancar û şandeya pê re piştre serdana mexdûrên erdhejê yên li taxa Şeyhbayram dimînin kir. Mexdûrên erdhejê gazinên xwe anîn ziamn û gotin: “Dewlet tune ye. Çend roj in em li vir in. Hewa sar e, gaza xwezayî hatiye birîn. Em nikarin rakevin. Ji bo hûn hatine vir em spasiya we dikin. Me dixwest partyên din jî bihatana vir. Lê kes nehat vir. Şaredarê Meletiyê bi xwe jî nehat vir. Alîkariya ku tê vir jî bi awayek birêkûpêk nayê belavkirin. Hefteyek e me derman xwestine lê hê jî derman nehatine vir.”    ‘PLANÊN CUDA YÊN ÎKTIDARÊ HENE’    Sancar da zanîn ku hew hevxemên mexdûrên erdhejê ne û got: “Me maseya xwe krîzêava kir, em ê alîkariyê bigihînin we. Dilxwazên me yên erdhejê li qadê ne. Em ê hemû hewcedariyên we temîn bikin. Em ê birînên xwe bi hev re bipêçin. Yê îktidarê wekî din planê wê hene.”    ARGAN   Sancar û şandeya pê re derbasî navçeya Arganê bûn û serdana mexdûrên erdhejê kirin. Sancar li Cemxaneya Oren serdana embara ji bo alîkariyê hatiye avakirin kir û derbarê kêmasî û rêbaza alîkariyê de agahî girt. Sancar paşê li baxçeyê cemxaneyê li gel dilxwazan li mexdûrên erdhejê xwarin belav kir.    WÊRANŞAR    Sancar ji Arganê jî berê xwe da navçeya Wêranşarê û serdana mexdûrên erdhejê ku li konan bicih bûne kir û wiha got: “Em ê hemû bi hev re bipêçin. Wê tiştên we kêm di demek kin de bên temînkirin.”