HDP’ê giliyê berpirsyarên hilweşînê kir 2023-02-14 15:26:26   ENQERE - Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê giliyê mitehit, şexs, sazî û dezgehên cemaweriyê yên berpirsyariya wan di hilweşînê de heye kir.    Di encama erdheja Mereşê de ku bandoreke giran li ser Mereş, Dîlok, Semsûr, Hatay, Meletî, Edene, Amed, Osmaniye, Kîlîs û Rihayê kir, bi hezaran avahî hilweşiyan, bi dedhhezaran kesan jiyana xwe ji dest dan û sedhezaran kes jî birîndar bûn. Komîsyonê Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê giliyê mitehit, şexs, sazî û dezgehên cemaweriyê yên ku bêyî guh bidin xetên fayê planên îmarê çêkirin, yên plan erê kirin, nehiştin vênerîn were kirin bê ka avahî ji bo erdhejê guncav in kir. Di heman demê de HDP’ê giliyê kesên bûne sedem ku xebatên lêgerîn-rizgarkirinê dereng dest pê bikin, kêm yan jî xelet dest pê bikin û bi vê yekê re bûne sedema mirina gelek kesan kir.    Komîsyonê xwest ku kes û saziyên derheqê wan de gilî kirine bi sedema “Kuştina mirovan a bi qesdî”, “Sûcê sersariya di kuştina mirovan a qesdî de” , “Sûcê birîndarkirina mirovan” û “ziyandayîna mal” bên cezakirin. Di serlêdana sûc de hat xwestin ku ji bo parastina delîlan û rê li ber girtina reva gumanbaran, tevdîrên pêwîst bên girtin.