Stûnên avahiya ku bû gora 50 kesan ji bo eywana sporê hatine birîn! 2023-02-14 14:43:15   DÎLOK- Ji bin kavilên avahiya 7 qat ku ji 4 bloqan pêk dihat a li Taxa Yavûs Sûltan Selîm a Nûrdagiyê, 50 cenaze hatin derxistin. Hat zanîn ku stûnên avahiyê salek berê ji bo eywana sporê hatine birîn.    Di roja 9’an de jî xebatên lêgerîn-rizgarkirinê yên li bajarên ji ber erdheja Mereşê hilweşiyayîn didomin. Li gelek noqteyan xebat hatine sekinandin û xebatên rakirina kavilan dest pê kiriye. Yek herêmên herî zêde ji erdhejê bandorbûyî jî navçeya Nûrdagi ya Dîlokê ye. Tê gotin ku li navçeyê bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dane. Lê belê ji bilî 3 noqteyan, li hemû deverên din ên navçeyê xebatên lêgerîn-rizgarkirinê hatin bidawîkirin. Li gorî xebatkarê tenduristiyê yê dilxwaz ê AFAD’ê; li bajar di navbera 12 heta 15 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane. Ji bo bi dehan kesên di bin kavilan de jî xebatên rizgarkirinê didomin.    DI BIN KAVILAN DE KESEK HEYE   Dilxwazeke ku ji Sînopê hatiye û xebatkarê fîrmayeke taybet e da zanîn ku stûnên avahiya 7 qat ku 4 bloqên wê heye û 50 cenaze ji bin kavilên wê hatin derxistin, salek berê ji bo eywana sporê hatine birîn û ev tişt anî ziman: “Di roja duyemîn a erdhejê de em hatin vê derê. Ev bi roja ye em li ser kavilên vî avahî xebatan dikin. Li gorî agahiyên me ji kesên sax derketine bi dest xistin, ev avahî çendek sal berê hatiye çêkirin lê stûnên wê ji bo eywana sporê hatine birîn. Me ji bin kavilên wê 12 kes bi saxî û cenazeyên 50 kesan derxistin. Tê gotin ku hêj kesek di bin kavilan de ye. Lê ji duh ve xebatên li vê derê hatin bidawîkirin. Nizanim bê ka dê çi bi wî kesê di bin kavilan de bibe.”    TEHLIYE BERDEWAM IN   Welatiyên ku di avahiyên bixesar ên navçeyê de dimînin, alavên xwe kom dikin û ji navçeyê tên tehliyekirin. Hema hema tevahiya avahiyan hilweşiyan e. Hat dîtin ku welatî hewl didin tiştên xwe ji avahiyên ku hema hema bi tevahî hilweşiyayî ne derxînin. Welatiyên ku dibêjin naxwazin li navçeyê bimînin, dibêjin ku di destê wan de tenê alavên wan ma ne.    PIRSGIRÊKA KON Û DAŞIRAN HÊJ JÎ NEHATIYE ÇARESERKIRIN   Bi ser erdhejê re gelek roj derbas bûn lê hêj jî pirsgirêka konan nehatiye çareserkirin. Gelek welatiyên li navenda navçeyê bi derfetên xwe hinek kon çêkirine û di wan konan de dimînin. Gelek welatiyan jî li dora bankan betaniye pêçandine û hewl didin pirgirêka cih çareser bikin. Yek ji pirsgirêkên din ên navenda bajar jî daşir e. Li qada ku bi hezaran kes lê dijîn, ji bo zilaman 4, ji bo jinan 4 û bi giştî 8 daşirên seyar hene.    MA / Berîvan Kutlu