Ciwanê li Bazarcixê bi dilxwazî dixebitî: Gel tî û birçî ye 2023-02-14 12:05:23   AMED - Endamê Meclîsa Ciwanên HDP'a Wanê Ferhat Pala ku piştî erdhejên li Mereşê çêbûn li qadan tev li xebatên alîkariyê bû wiha got: “Gel tî û birçî ye. Ji bilî HDP'ê û saziyên sivîl tu saziyên dewlete li wir nêbûn.”   Di 6'ê sibatê de erdhejên ku li navçeya Bazarcixa Mereşê çêbûn, bandor li 10 bajaran kir. Di encama erdhejê de bi 10 hezaran welatiyan jiyana xwe ji dest dan û bi 10 hezaran kes jî birîndar bûn. Her wiha 10 hezaran avahî hilweşiyane û bi 10 hezaran welatî jî hêj di bin avahiyên hilweşiyayî de ne. Endamên Meclisa Ciwanên HDP'ê ku li bajarên Edene, Semsûr, Amed, Dîlok, Hatay, Mereş, Kilîs, Meletî, Osmaniye û Rihayê tev li xebatên lêgerîn û rizgarkirinê û alîkariyê bûn, nêrînên xwe ji ajansa me re parve kirin.    ‘DEWLET NEBÛ’   20 ciwanên ku Endamên Meclisa Ciwanên HDP'a Wanê ne di roja ewil a erdhejê de ji bo xebatên alîkariyê çûn navçeya Bazarcixê. Yek ji van ciwanan jî ciwanê bi navê Ferhat Pala ye. Ferhat Pala da zanîn ku bi 20 hevalên xwe ve çûn navçeya Bazarcixê û wiha got: “Tîma ku ewil çûn Bazarcixê em bûn. Heya em çûyî ne AFAD ne ÛMKE ne jî tû saziyên dewletê li wir nebûn.”   ‘REWŞEK PIR XERAP HEBÛ’   Pala, di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku di erdhejê de gelek avahî hilweşiya bûn û ev tişt gotin: “Em 7 rojan li wir bûn. Rewşek pir xirab hebû. Tu saziyên dewletê li wir nebûn. Malbatan dema em dîtin ji me alikarî xwestin. Ji bo ku welatiyên di nav betonê de mabûn xelas bikin tiştekî me nebû. Malbat ji ber dewlet nebû gazin dikirin û zêde aciz bûn.”   DIVÊ ALIKARÎ MEZINTIR BIBE   Pala, axaftina xwe wiha domand:  “Dema alikarî ji bajarên  wekî Stenbol, Mêrdîn, Wan, Êlih û bajarên din dihatin me dest bi belavkirinê dikir. Gel birçî û tî bû. Hêj jî gelek kêmasî hene. Avahî tune ne. Zivistanê serma heye û gel di rewşeke wisa de li derve dimîne. Hêj pêdivî bi konan heye. Ji roja ewil ve ji bilî HDP'ê û saziyên sivîl ên civakî tu kes li wir nîne. Divê gel piştevaniyeke mezintir bike.”