Kedkarên tenduristiyê yên dilxwaz li Bazarcixê gund bi gund digerin 2023-02-14 10:18:36   MEREŞ - Ji 6’ê sibatê roja erdheja Bazarcixê heta niha tenduristvanên ku li navçeyê bi dilxwazî xizmetê dikin, heta niha xwe gihandine 50 gundan.    Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB), Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) û kedkarên tenduristiyên yên xwendekarên zanîngehê, ji roja 6’ê sibatê erdheja Bazarcix a Mereşê heta niha bi awayekî dilxwaz xizmetên tenduristiyê didin. 15 kedkarên tenduristiyê ku ji Şirnex, Dêrsim, Êlih, Amed, Riha, Mûş, Qers û Stenbolê hatine, heta niha xwe gihandine 50 gundan. Xebatkarên tenduristiyê ku hewl didin birînên mexdûrên erdhejê derman bikin, li dijî rewşên şewbê jî gel hişyar dikin. Her wiha bi taybet jî li qadên kombûnê ji bo av, alavên paqijiyê û dermanan bi şev û roj dixebitin.    BIRÎN TÊN DERMANKIRIN    Ji Şaxa SES’ê ya Şirnexê Mûrat Ozbey got ku ji roja destpêkê ya erdhejê heta niha bi awayekî dilxwaz xizmetên tenduristiyê dikin. Ozbey, da zanîn ku roja ku gihiştin bajar bi pirsgirêkên tenduristiyê yên mezin re rû bi rû man û dema roja erdhejê serî li Midûriyetên Tenduristiyê yên Baja dayîn, tu agahî jê re nehatine dayîn. Ozbey, got ku li ser vê yekê li gel hinek hevalên xwe destûra xwe ya salane bi kar anîne û berê xwe dane 7 bajarên erdhejê lê çêbûye. Bi domdarî Ozbey anî ziman ku li herêma erdhejê ji ewil xizmeta tenduristiyê ji bo kesên di bin kavilan de birîndar bûbûn re kirine.    JI DU BASKAN VE XEBAT TÊN KIRIN   Ozbey, da zanîn ku bi tevlibûna 15 kedkarên tenduristiyê xebatên xwe dimeşînin û ji van 5 kes li navendên kombûnê û yên din jî weke du koman li gundan digerin. Bi domdarî Ozbey diyar kir ku kedkarên tenduristiyê bi xwe re derman jî birine û wiha got: “Em xwe digihînin gundên ku heta niha xwe kesekî xwe negihandiyê û xizmetê ji wan re dikin. Rewşên ku em herî zêde lê rast tên, enfeksiyona ku mudaxale lê nehatiye kirin in. Me heta niha xwe gihand 50 gundan. Komên me ku her yek ji wan ji 5 kesan pêk tê, di her danê sibehê de berê xwe didin gundan û diçin xizmetê dikin.”    DIVÊ LI HÎJYENÊ HIŞYAR BIN    Di berdewamê de Ozbey got ku divê bi taybet jî li qadên kombûnê welatî li hîjyenê hişyar be û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Nexwe dê pirsgirêkên mezin derkevin holê. Dewletê bi rojan piştre li herêmên erdhejê dest bi xizmetên tenduristiyê kir. Bi taybet jî em li hinek navçeyên Mereş û Semsûrê bûn şahidên vê rastiyê.”    ŞEWBA LI KONBAJAR   Bi domdarî Ozbey bi lêv kir ku li konbajarê ku AFAD’ê li Bazarcixê ava kirî û hezar kes lê dimînin de şewbê dest pê kiriye û wiha got: “Mirov li wan deveran nikarin pêdiviyên xwe yên daşirê pêşwazî bikin. Dema em çûn serdanê ji me re hat gotin ku şewbê dest pê kiriye. Li gel ku derfetên dewlet û hikûmetê hene jî tu organîzasyonan nake.”    ASTENGIYA BUROKRASIYÊ   Ozbey, diyar kir ku di dema xebatên tenduristiyê de mezintirîn pirsgirêka ku dijîn, pirsgirêka burokrasiyê ye û axaftina xwe wiha qedand: “Ev pirsgirêk nayên çareserkirin. Her devera ku em berê xwe didinê li pirsgirêka burokrasiyê rast tên. Lê ji bo ku gelê me tavilê vê travmayê li ser xwe biavêje, em têkoşîna xwe didomînin. Em dixwazin ku bi awayekî koordîneyê ji wan re xizmeta tenduristiyê bikin. Di dawiya dawî de rewşeke awarte li holê ye. Dema me ji bo tenduristiyê tevdîrên pêwîst negirtin, dê ev yek rê li ber pirsgirêkên mezin veke. Me ev yek di erdheja Wanê û di tecrûbeyên xwe yên berê de dîtin.”    MA / Azad Altay - Abdurrahman Gok