4 roj li benda rizgarkirinê man, lê qerisîn û canê xwe ji dest dan 2023-02-14 09:51:29   MEREŞ - Li mala Haci Terzî şîn û êşek bêpênase heye. Keç û du neviyên wî di bin xirbeyan de canê xwe ji dest dan. Haci Terzî got: “Dema cenaze dişûştin çavên wan vekirîbûn. Li benda rizgarkirinê bûn. Lê çavên wan vekirî û qerisî çûn.”    Karesata erdheja ku navenda wê Mereş bû û bandora xwe li ser 10 bajaran nîşan da, bi hezaran mirov di encama xemsarî û deswerdana dereng de qerisîn û jiyana xwe ji dest dan. Erdhejê êş û trajediyek bêdawî li pey xwe hişt. Li Elbistanê malbata Terzî yek ji wan malbatan e ku êş û dram bi serê wan de jî hatiye. Ji malbata Terzî sê ferd bûne qûrbanî. Ferdên malbatê di bin xirbeyê avahiya Îsmîlaaga ya li Elbistanê bi 11 kesan re canê xwe ji dest dan. Perîhan Terzî û zarokên xwe Dogan û Dûran di bin xirbe de man û piştî çar rojan cenazeyên wan bi awayek qerisî hat derxistin.    ÊŞ Û XEMGÎNIYA BÊDAWΠ   Malbatê piştî 5 rojan cenazeyên ferdên xwe ji morgê wergirt û li gundê Nergelê yê Elbistanê veşartin. Di merasîma cenazeyan de êş û xemgînî hebû. Lorandina Ayşe Terzî ku keça wê û du neviyên wê canê xwe ji dest dan qet kêm nebû û dibêje, “Xwedî ez bimirama û negotina ku keça min din betonê de maye.” Ayşe Terzî a dilşewat bi tu awayî nehat aşkirin. Roja ku erdhej çêbû, malbat li gund dima û mala wan şewitî ye û rê girtibûn xwe negihand navenda navçeyê.    Haci Terzî ku keça wî û du neviyên wî canê xwe ji dest dan, ji ber ku roja ewil negihîştiye ber xirbeyê avahiyê xemgîn e û dibêje, “Qerisîn û canê xwe ji dest dan. Min dixwest bigihîjim xirbe û wan rizgar bikim lê mixabin rê destûr neda.”    ÇAVÊ WAN VEKIRÎ Û QERÎSÎ ÇÛN    Terzî anî ziman ku keça wî û du neviyên wî di bin xirbe de qerisîn û canê xwe ji dest dane û wiha got: “Me digot tiştek nebûye lê me nizanibû canên me di bin avahiyê de mane. Roja erdhejê mala me şewitî û bêyî ez gopalê xwe derxim ji malê derketim. Xwezî keça min û du neviyên min jiyana xwe ji dest nedana lê bila ez di wî agirê mala me de bişewitiyama. Xwezî min vê êşê nedîta û ez bimirima. 8 roj in min dengê wan nebihîst û wan hembêz nekir. Laşê wan cemidî û canê xwe ji dest dan. Piştî pênc şeş rojan cenazeyê wan hat û laşê wan qerisî bû. Dema cenaze hatin şûştin, çavê wan vekirîbû. Belkî li benda rizgarkirinê bûn, belkî hema li benda kesekî bûn ku wan rizgar bike. Çavê wan li rê bû û çavên wan vekirî çûn. Kesî wan rizgar nekir. Êdî tu dermanê vê êşa me nîne. Ez derdê xwe, îsyana xwe ji we re dibêjim.”   ‘TERKÎ MIRINÊ HATIN KIRIN’    Halîl Terzî yê ku dayika wî û du birayên wî canê xwe ji dest dan jî heman êş û îsyanê anî ziman û wiha got: “Ez ji derveyî welat hatim. Sê roj destwerdana ji bo wan nehat kirin. Heke destwerdan bihata kirin teqez wê rizgar bûbûna. Kêliya ku erdhej çêbû ez bi dayika xwe re diaxivim, dayika min kir qêrîn û telefon hat girtin. Divê ku min ji wê qêrîna wê fêm bikira ku ew êdî xatir ji min dixwaze. Piştî çar rojan cenazeyê wan hat derxistin. Ji ber sermayê qerisîbûn û canê xwe ji dest dabûn. Gelo çawa dibe ku mirov terkî mirinê tên kirin. Çawa dibe ku dereng destwerdanê dikin? Em ji serma nikaribûn derkevin derve lê ew di bin xirbe de sê çar rojan man û qerisîn. Di vir de xemsariyek mezin heye. Piştî erdhejê ev der vala bûn û me carek din sirgûn bûn.”    MA / Adnan Bîlen