Hevalê Bubo Taş ê têkoşînê: Li dijî rehawetê bû bersiv 2023-02-14 09:14:31   MÊRDÎN - Îbrahîm Îzgî ku li gel Bubo Taş ê li dijî tecrîdê xwe şewitandî li tugaya leşkerî hatibû îşkencekirin û li girtîgehê li ber xwe dabû diyar kir ku Taş bi çalakiya xwe re kesên ketine nava rehawete ji xewa xwe hişyar kirine û wiha got: “Heke em bixwazin jiyaneke nû ava bikin, em neçarin ku bi ser kevin.”    Komploya Navneteweyî ya li Dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dikeve sala 25’an. Gelê kurd, 15’ê Sibatê ku Abdullah Ocalan anîbûn Tirkiyeyê weke “Roja Reş” pênase dike. Çalakiyên “Hûn nikarin roja me tarî bikin” mohra xwe li dîrokê xist. Mehmet Halît Oral di di 9’ê Cotmeha sala 1998’an de li Girtîgeha Mereşê li dijî komployê xwe şewitand û çalakî dest pê kirin. Di demên pêş de çalakiyên “Hûn nikarin roja me tarî bikin” li gel Kurdistan û Tirkiyeyê, her wiha li gelek bajarên Ewropayê jî hatin lidarxistin. Di rojên ewil en sala 2023’yan de bi çalakiyên Bubo Taş û Mehmet Akar berdewam kirin.    ÇALAKIYA BUBO TAŞ    Bubo Taş, di 12’ê çileyê de li Taxa Îstasyon a navçeya Artûklû ya Mêrdînê agir berda bedena xwe. Taş beriya çalakiyê vîdeoyek weşand û di vîdeoyê de wiha digot: “Ev çalakiya min ji bo Serokê Kurdistanê Abdullah Ocalan e. Ev 22 meh in di tecrîdê de ye. Ez vê tecrîdê lanet dikim.” Bi domdarî wiha dibêje: “Ez bi keyfxweşî diçim. Ez bi evîn û bi vîna xwe diçim. Di bin zextê de naçim. Bila kesek xelet fêm neke. Ev çalakî, çalakiyeke siyasî ye. Ji bo Rêbertiya me ye. Dixwazim ku hûn vê fem bikin.”    Îbrahîm Îzgî ku beriya darbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’an li gel Bubo Taş bi rojan li tûgaya leşkerî hatibûn îşkencekirin û piştre jî li Girtîgeha Amedê bi hev re hatibûn îşkencekirin, têkildarî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê û tecrîdê bi ajansa me re axivî.    ÎŞKENCEYÊN GIRAN DÎT    Îzgî da zanîn ku beriya binçavkirinê, Taş li taxê nas kiribû û wê demê ajokarî dikir. Îzgî, diyar kir ku di sala 1982’yan de li gel Huseyîn Gelîncîk ku di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da, xebatên siyasî dimeşandin û Gelîncîk jê re gotiye ku zarokên Taş hene lewma bila heta demekî ji xebatan dûr bisekine. Bi domdarî îzgî bi lêv kir ku Taş tevî vê yekê jî ji xebatan dûr neketiye û beriya 12’ê Îlonê, hatiye binçavkirin û li tûgaya leşkerî bi hev re di bin çavan de man.    Îbrahîm Îzgî, diyar kir ku ew li tûgayê xistine odeyên şokê û rastî îşkenceyên giran hatine. Bi domdarî Îzgî wiha dibêje: “Li dijî Fermandariya Tûgayê êriş hatibû kirin. Sîxûrên wan hatibûn kuştin. Hevalê me Xelef (Kavrî) şehîd bûbû. Lewma pir zêde li ser wê çalakiyê sekinîn. Rojekê heval Bubo bi betaniyekî anîn. Nedikariya xwe li ser pêyan bigire. Me jê xwest ku tu tiştekî nebêje. Wî jî got; ‘yên ku ez dizanim jî nadim.’ 15 roj bi vî awayî derbas bûn. Tawîz nehatin dayîn. Ez hatim berdan. Ew jî birin girtîgehê.”    GIRTÎGEHA AMEDÊ   Di berdewamê de Îzgî got ku bi darbeya 12’ê Îlonê re dîsa hatiye girtin û birine Girtîgeha Amedê ku Taş jî li wir dihat ragirtin. Îzgî, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tevî îşkenceyan jî Taş, girtîgeh veguherandibû cihê xwebirêxistinkirin û hînkirinê. Em her du jî di heman demê de hatin berdan. Me xebatên xwe yên siyasî domandin. Ez dikarim pir bi rehetî bibêjim ku hevalê Bubo, heqê welatparêziya kurdî dida. Wê demê yên ku xwe dida gel hevalên partiyê, di heman demê de fermana xwe jî îmze dikirin. Ji hêla aborî ve jî rewşa wî baş nebû lê pir zêde fedekar bû.”    PEYAMÊN TAŞ Û AKAR    Îzgî, bal kişand ser peyama ku Taş li pey xwe hiştibû û ev tişt anî ziman: “Dewlet ji bo ku civakê ji nirxên exlaqî dûr bixe gelek tiştan dike. Hevalê Bubo jî ji vê re bû bersiva herî mezin. Hevalê Bubo bi vê çalakiya xwe ve li dijî rehaweta heyî bû bersiv û civak ji xewa xwe hişyar kir. Kesên ketin bin bandora dijmin, ji xewa xwe hişyar kir. Hevalê Bubo got; ‘Heke ev şiyarbûn çênebe, dê tecrîdeke li Îmraliyê ser Serokatiyê girantir li we bê ferzkirin.’ Û ev peyama mezin da; ‘Berxwedan didom. Hêj tu tiştek xelas nebûye. Nekevin rehawetê.’ Hevalê Mehmet Akar jî li Amedê peyameke bi heman rengî da ciwanan. Divê gelê kurd xwedî li van lehengan derkeve.”    EM NEÇARIN KU BI SER KEVIN’   Îzgî, destnîşan kir ku divê hemû kes li dijî tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalana bi berpirsyarî tevbigere û wiha bi dawî kir: “Divê em rojê ne 1-2 saetan lê herî kêm 9-10 saetên xwe bidin vê. Çiqas hêza me hebe divê em li dijmin bisekinin û li cem gelê xwe bixebitin. Divê em exlaq û fikrên partiyê  ji gelê xwe re vebêjin. Divê em ji antîpropagandaya dijmin hîn bêhtir bixebitin. Divê em bibêjin; ‘Rizgariya Rêbertiyê rizgariya me ye.’ Heke em bixwazin jiyaneke nû ava bikin, wê deme em mecbûr in ku bi ser kevin.”    MA / Ahmet Kanbal