ROJEVA 14'Ê SIBATA 2023''YAN 2023-02-14 09:00:20       * Parêzer Emran Emekçî diyar kir ku sekn û berxwedana 24 salan a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kompoloya li dijî xwe pûç kir û dê bi vê tecrîdê jî nikaribin pêşî li pêşniyazên çareseriyê yên ku Ocalan pêşkeşî Rojhilat Navîn dike bigirin.   * Îbrahîm Îzgî ku li gel Bubo Taş ê li dijî tecrîdê xwe şewitandî li tugaya leşkerî hatibû îşkencekirin û li girtîgehê li ber xwe dabû diyar kir ku Taş bi çalakiya xwe re kesên ketine nava rehawete ji xewa xwe hişyar kirine û wiha got: “Heke em bixwazin jiyaneke nû ava bikin, em neçarin ku bi ser kevin.”    * Êzidiyên Şengalê ku gelek caran rastî êrişên dewleta tirk hatin û hêj tên, ji bo piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re seferberî ragihandin û kampanya dan destpêkirin. Endama TJAÊ’yê Sûham Şengalî got ku dê heta dawiyê xwedî li xelkê bakurê Kurdistanê derkevin û birînên wan bi hev re derman bikin.    * Li mala Haci Terzî şîn û êşek bêpênase heye. Keç û du neviyên wî di bin xirbeyan de canê xwe ji dest dan. Terzî got: “Dema cenaze dişûştin çavên wan vekirîbûn. Li benda rizgarkirinê bûn. Lê çavên wan vekir, bi qerisandinê çûn.”    * AKP’ê li Silopiyayê bi rêya PTT'ê ji ciwanên ku dê îsal cara ewil di hilbijartinan de deng bidin, zerfên ku navên ciwanan li ser şandin û jê deng xwest. Ciwanan bertek nîşan dan û wiha gotin: “AKP bila beriya her tiştî bi hawara mexdûrên erdhejê biçe.”   * Li Mereş, Dîlok, Semsûr, Hatay, Meletî û Amedê li ser xirbeyên avahiyên di erdhejê de hilweşiyan xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin û dê geşedanên derbarê erdhejê de bên şopandin.    * Rêxistinên sivîl û partiyên siyasî dê li hin bajaran têkildarî erdhejê daxuyanî bidin. (12.00-18.30)   * TJA, DBP, HDP û EGE-TUHAYDER têkildarî binpêkirinên girtîgehan ên li herêmên erdhejê qewimîne dê li avahiya HDP'a Îzmîrê civîna çapemeniyê li dar bixin. (14.00)