Roja 9’emîn a erdhejê: Xetereya şewbê belav dibe, xelk bajarên xwe diterikîne 2023-02-14 08:45:29 NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên erdhej lê qewimî bi milyonan mirov bi xetereya şewbê re rûbirû maye û bi deh hezaran mirov bêyî ku şîna xwe bike, ketin ser rêya koçberiyê.  Erdheja ku navenda wê navçeya Bazarcixa Mereşê bû di 6’ê Sibatê de çêbû û bandora xwe li Semsûr, Meletî, Amed, Riha, Dîlok, Xarpêt, Hatay, Edene, Kilîs û Osmaniye da nîşandan. Hejmara qurbaniyên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane ji 30 hezarî bihûrî. Tedawiya bi deh hezaran welatî jî li nexweşxaneyan berdewam dike. Bi deh hezaran kesên ku hê şîna xwe nekirine, ji neçarî û bo ewlehiya canê xwe ji bajar û navçeyên xwe koç dikin.    Li herêmên erdhejê bi milyonan mirov dijîn li gel wan can û milkê xwe ji dest dane, vê carê jî bi pirsgirêkên wek hêwirîn, bêavî, hîjyenê ku dibin sedemê xetereya şewbê re rûbirû mane. Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) hişyarî dabû heke pêşîlêgirtin ango tevdîr neyê girtin dê li herêmên erdhejê nexweşiyên şewbê jî belav bibin.    Nûçegihanên Ajansa Mezopotamya (MA) 9 roj in li herêmên erdhejê geşedanan dişopînin. Nûçegihanên me dîmen û wêneyên êş, hêrs, nerazîbûnên mexdûrên erdhejê, hilweşandin û bêberpirsiyariyê digirin û radigihînin.    Geşedanên li herêmên erdhejê û têkildarî erdhejê wiha ne:   16.43 - UNÎCEF’ê got ku li Tirkiyeyê 4,6 û li Sûriyeyê jî 2,5 milyon zarok ji erdhejê bibandor bûne.     16.35 - Ji ber ku li navçeya Samandag a Hatayê ku erdhejê rê li ber hilweşîneke mezin vekir kon nehatine vedan, park, kolan û dorse weke xanî û baxçe jî weke tuwalet tên bikaranîn. Li bajêrê ku tuwaletên seyarê nehatine danîn xetereya belavbûna nexweşiyan heye.    16.11 - Erdhejê bandorek mezin li ser Rihayê jî kiriye. Gelek welatiyên ku xaniyên wan hilweşiyane û xesar dîtine di konan de bicih bûne û dibêjin ew li benda alîkariyê ne.    15.55 - Koordînasyona ku ji partiyen siyasî û rêxistinên sivîl pêk tê, banga piştevaniyê û alîkariyê ji bo mexdûrên erdhejê kir.    15.48 - Piştî hefteyekê cara ewil dilxwazên HDP’ê xwe gihandin gundên navçeya Battalgazî ya Meletiyê. Îsmet Navroz ku li Gundê Kemer Kopruyê dijî, got ku gelek kes ji navenda bajar ber bi gundan ve koçber bûne.    15.39 - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar li Meletiyê û navçeyên wê Argan û Wêranşarê bi mexdûrên erdhejê re hat gel hev û got: “Em ê birînên xwe bi hev re bipêçin. Yê îktidarê jî planên wê cuda hene.”    14.43 - Ji bin kavilên avahiya 7 qat ku ji 4 bloqan pêk dihat a li Taxa Yavûs Sûltan Selîm a Nûrdagiyê, 50 cenaze hatin derxistin. Hat zanîn ku stûnên avahiyê salek berê ji bo eywana sporê hatine birîn.    14.41 - Cenazeyê endamê OHD’ê parêzer SerhanOzdemîr ê ku bi malbata xwe re di bin xirbeyê avahiya Diyar Galeria de mabû, piştî 9 rojan hat derxistin.   14.40 - SANCAR: HER KAVILEK CIHÊ SÛC E    Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar ku li Meletiyê serdana mexdûrên erdhejê kir da zanîn ku her kavilek cihê sûc e û wiha got: “Divê em bi hev re bikevin nav hewldanan ku berpirsyarên vê hilweşandinê bînin noxteya hesab pirsînê.”   14.24 - AFAD’ê bîlançoya dawî ya erdhejê eşkere kir. AFAD’ê da zanîn ku di erdhejê de heta niha 31 hezar û 974 kesan jiyana xwe ji dest dane û 195 hezar û 962 mexdûrên erdhejê jî ji herêmên erdhejê li bajarên cuda hatine tehliyekirin.    14.22 -  ÎMO’yê rapora xwe ya pêşenirxandin a têkildarî avahiyên li herêmên erdhejê hilweşiyayîn eşkere kir û bal kişand ser terkexemiyan.    13.46 - Di xebatên tespîta xesarê yên li Amedê berdewam dikin de hate diyarkirin ku di 300 avahiyan de xesar hatiye tespîtkirin û 20 avahî jî li ber hilweşînê ne.   13.42 - PÊDIVÎ BI DERMANAN HEYE   Serokê Odeya Dermanfiroşan a Amedê Mahmût Sert ê li Semsûrê tev li xebatên piştevaniya bo mexdûrên erdhejê bûn diyar kir ku pêdivî bi merhem û dermanên êşbir heye û got: “Alîkariya kut ê şandin ji ber baş nayê koordînekirin, nagihîje mexdûran.”    13.33 - Xwendekarên ku piştî biryara Serokkomarê AKP’î Erdogan bi lez û bez ji wargehan hatine derxistin bertek nîşanî biryarê dan û wiha gotin: “Hewl didin krîzê bi krîzeke din binuxumînin. Lê ev tiştekî bi aqilane nîne.”    13.14 - Hevberdevkê Komîsyona Rêxistinkirinê yê HDP’ê Mafûz Guleryuz diyar kir ku AKP li herêma erdhejê di bin kavilan de ma ye û bacên erdhejê jî bo rant û alîgirên AKP’ê hatine xerckirin.    13.07 - Penaberekî li Hatayê dijî, ji ber ku ji bo zarokên xwe yên di bin kavilan de alîkarî xwest, leşkeran tundî lê kir.    12.59 - Her serê saetê ji bin kavilên avahiyên rûxiyayî cenaze tên derxistin lê belê tevî bi ser re 24 saet derbas bûn jî bîlançoya erdhejê nayê parvekirin.    12.18 - Serokê Baroya Îzmîrê Sefa Yilmaz da zanîn ku dê şandeyeke ji Yekitiya Baroyan a Tirkiyeyê pêk tê, ji ber binpêkirinên her roj zêdetir dibin dê biçe herêma erdhejê û got ku ji bo parêzeran  lijneya koordînasyonê hatiye avakirin.    12.05 - Endamê Meclîsa Ciwanên HDP'a Wanê Ferhat Pala ku piştî erdhejên li Mereşê çêbûn li qadan tev li xebatên alîkariyê bû wiha got: “Gel tî û birçî ye. Ji bilî HDP'ê û saziyên sivîl tu saziyên dewlete li wir nêbûn.”   12.00 - Avahiya Altinkaya ya li navçeya Rezana Amedê ku li ser rêya Rihayê ye xesarek mezin dîtibû û ji duh bi şev ve dest bi hilweşandina wê hat kirin, avahî di kêliya xebata hilweşandinê de bi yek carî hilweşiya.    11.22 - Li Semsûrê ji aliyê dilxwazên ku HDP, DBP, rêxistinên sivîl û odeyên pîşeyî pêşengiya wan dikin, ji bo mexdûrên erdhejê 70 kon vedan û hê jî vedana konan berdewam dike.    10.28 - Ji bin kavilê Apartmana Serîn 2’yê ku li semta Tesîslera navçeya Rezana Amedê hilweşiyabû, piştî 9 rojan cenazeyê 2 Sebat Ozmen û Sîdem Ozmen ên hevjînên hev hatin derxistin.    10.18 - Ji 6’ê sibatê roja erdheja Bazarcixê heta niha tenduristvanên ku li navçeyê bi dilxwazî xizmetê dikin, heta niha xwe gihandine 50 gundan.    10.09 - Li gundê Kûllar a navçeya Nûrheq ku di roja yekemîn a erdhejê de 150 kes di bin kavilan de mabûn, herî kêm 120 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gundê ku ji holê hate rakirin, tevî ku çend roj derbas bûn jî lêgerîna di bin kavilan de didome.    09.51 - Li mala Haci Terzî şîn û êşek bêpênase heye. Keç û du neviyên wî di bin xirbeyan de canê xwe ji dest dan. Haci Terzî got: “Dema cenaze dişûştin çavên wan vekirîbûn. Li benda rizgarkirinê bûn. Lê çavên wan vekirî û qerisî çûn.”    08.40 - Wezîrê Çandinî û Daristanan Vahît Kîrîşçî daxuyand ku li Edeneyê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê hatine bidawîkirin û 34 kes ji bin kavilan hatine derxistin.   00:57 - Hat zanîn ku li semta Îbrahîmlî ya Dîlokê li avahiyeke hilweşiyayî ya li Sîteya Yagmûrlûyê 17 kes hê jî di bin kavilê avahiyê de mane.