Di Sîteya Yagmûrê de 17 kes di bin kavil de ne 2023-02-14 00:57:14   DÎLOK - Hat hînbûn ku li semta Îbrahîmlî ya Dîlokê li avahiyeke hilweşiyayî ya li Sîteya Yağmûrê 17 kes hêj di bin kavil de mane.   Li Dîloka ku ji erdheja bi pileya 7,7 ya navenda wê Mereşê çêbûyî bi bandor bû, bi sedan welatiyan jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran jî birîndar bûn. Li gorî agahiyên hatin bi dest xistin di Sîteya Yagmûr ya li semta Îbrahîmlî ya li bajêr ku xebatên lêgerîn û xelaskirinê berdewam dikin de 17 kes di bin enkazê de ne. Hate tespîtkirin ku di kesekî ku di bin kavilan de nîşaneyên jiyanê hene.   Dîsa hate zanîn ku li Sîteya Ayşe Mehmet Polat a di heman semtî de hemû avahî hilweşiyan û tenê ji avahiyekê 46 cenaze hatin derxistin.   MA / Rûkiye Adiguzel